Jinên Firatê: Jin jiyan û serkeftinin 2019-03-08 22:18:58   KOBANÊ - Jinên Herêma Firatê li kelha berxwedanê Kobanê, roja jinên Kedkar ên Cîhanê bi diruşma  ‘Berxwedan jin azad dike’ pîroz kirin.   Jinên Kantona Girê Spî, navçe û gundewarên wê, jinên  Kantona Kobanê, navçe û gundewarên wê û jinên ji Bajarê Minbicê bi cil û bergerên xwe yên gelerî li qada jina azad kombûn û  ber bi qada şehîd Egîd ve herikîn. Li qada şehîd Egîd meş veguherî mitîng û paşê jî  li ser navê çalakvanan axaftin hatin kirin.   Ajansa me jî bi jinên ku beşdarî çalakiyê bûne re hevdîtin çêkir.  Jinan di wan hevdîtinan de hest û  nêrînên xwe anîn ziman:   Jina Ciwan Fatma Mehmud ku ji Kantona Girê Spî ye wiha  hastên xwe bi lêv kir: “Çalakiya me ya îro em diyarî berxwdana Leyla Guven dikin. Her wiha em li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî jinan pîroz dikin.”   Jina çalakvan Xedîce Şêx Mihemed jî wiha hasten xwe anî ziman: “8`ê Adarê ji bo min ji hemû rojên salê xweştir in. Ger ku têkoşîn û berxwedana jinan nebuya, em ê îro ne li ser vê axê bana. Îro Jiyan, serkeftin û berxwedan bi saya jinê pêkhatiye.”   Bi têkoşînê û berxwedanê jinê mafê xwe girt   Huzame Mihemed Sa`d ku ji bajarê Minbicê tevî çalakiyê bû jî wiha got: “Di vê rojê de em jinên Cîhanê  û bi taybetî  jinên Sûriyê silav dikin. Weke jin em li Sûriyê pêvajoyeke nuh ya serkeftinê dijîn. Ji ber ku me bi saya têkoşîn û berxwedana xwe gelek mafên xwe girt. Niha jî ya ku ji bo me pêşenga berxwedanê ye LeylaGuven e. Ji bo me jinên Ereb, LeylaGuven û bi dehan jin ên kurd ên berxwedêr sembola têkoşînê ne.”   Têkoşîna Leylayê serê jinê bilind kiriye!   Herî dawî Medya Ebas jî nêrîna xwe  wiha anî ziman: “Em îro roja xwe bi reng û dengê xwe pîroz dikin. Ji bo me ev cejin tê wateya azadî, têkoşîn û berxwedanê. Lewra jî em di serî de li berxwedêra mezin Leyla Guven vê rojê pîroz dikin û em dibêjin,ku têkoşîna te me serbilindtir dike.” ذ, serkeftin û berxwedanî jine. daniya jinan be, emê îro ne li ser vê axêbana. ê gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî jinan pîroz