Şahiya 8'ê Adarê ya Rêqayê bi dawî bû 2019-03-08 17:30:23   REQA - Şahiya 8'ê adarê roja jinên cîhanê ya bi dirûşmeya" Bi berxwedana jinan teror têk diçe û jiyan geş dibe" li bajarê Reqayê bi tevlîbûna jinên Dêrezor, Reqa û Tebqayê dest pê kiribû, bi dawî bû.   Bi boneya 8'ê adarê roja jinên Cîhanê bi tevlîbûna bi hezaran jinên Reqa, Tebqa û Dêrezorê li gundewarê bakurê Reqayê bi hev re şahiya 8'ê adarê pîroz kirin. Şahî bi axaftina Jinên Sûriyaye Demokratîk Lîna Berekat dom kir.   Lîna balkişand ser qerhermantî û têkoşîna jin di pêşentiya şerê li dijî terorê ku îro ev jin bi saya vê berxwednê kom bûne û wiha dom kir:" Jin xak, heval, dil û şehîd e. Ew parastvanên doz û axê ye, bi têkoşîna hevpar roja me ronî dibe. Jinan şer bi terorê re kir û destanên lehengiyê nivîsandin, şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye. Jinên Efrînê îro têkoşîna xwe ji bo azadî û rûmetê didomînin."   Her wiha Endama Koordînasyona Jinên Reqayê Ayşe Receb jî axivî û roja 8'ê adarê li tevahî jinan pîroz kir û got divê hemû rojên me şahiya 8'ê adarê be. Paşê koma Rêveberiya Jinan a Reqayê û koma Tebqayê stran gotin û şano pêşkêş kirin. Her wiha hunermend Nesrîn Botan li ser berxwedana Leyla Guven, têkoşerên Sûriyê û hêzên QSD’ê û Berxwedana Serdemê stranek got.   Di berdewamiya şahîyê de pêşkêşiyek ji cilên turasî yên taybetiya jinên herêmên Reqa, Tebqa û Dêrazorê bi stranên gelêrî ku li ser çanda herêmê, hate pêşkêşkirin. Zarokên bi navên Reyhan û Mîlad helbest gotin û diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.   Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.