Li Êlihê Mîtînga 8'ê Adarê: Daxwaza Leyla daxwaza me ye 2019-03-08 17:29:32   ÊLIH - Li Êlihê jin bi wêneyên Leyla Guven ku bi sînga xwe vekirin tevli Mîtînga 8'ê Adarê bûn û peyamên ku greva birçîbûnê silav dikin dan.    Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li Êlihê mîtînga 8'ê Adarê hat lidarxistin. Di mîtînga ku parlamenterên DHP'ê, Remziye Tosun, Ayşe Acar Başaran, hunermend Pinar Adydin lar, Dayikên Aştiyê, namzeda hevşaredar a Şaredariya Êlihê Songul Korkmaz û hemû namzedên hevşaredar ên navçeyên êlihê tevli bûn de jinan qad bi rengê mor xemiland.  Li qadê pankarta bi nivîsa "Em ji bo jiyan, jiyandin, gel û jiyana xwe li qadan e" hat daliqandin.    Bernameya mîtîngê bi rêzgirtina ji bo jinên ku di têkoşîna azadiya jinê de jiyana xwe ji dest dan hat destpêkirin û Komîteya Amedêkar a Mîtînga 8'ê Adarê derket ser dikê gel silav kir.    'Em ê rengê jinê bidin sendoqê'   Ji bo axaftinê di serî de namzeda hevşaredar a Şaredariya Êlihê axivî û wiha got: "Başe ku em jin rêhevalên Leyla Guven in.  Emê di 31'ê Adarê de rengê jinê bidin sendoqê û Êlihê bikin bajarê jinan."   'Nikarin jinan biqedînin'   Piştre Parlamenterra HDP'ê Remziye Tosun, bang li jinan kir û got: "Bi tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan ku tê meşandin bajarên me hilweşandin. Çawa ku bi qetilkirina dayika Taybet, dayika Fatma jin neqedandin wê nikaribin têkoşîna wan jî biqedînin."   'Wê têkoşîna jinê bi ser keve'    Piştre Ayşe Acara Başaran a HDP'yî derket ser dikê  û ji gel re axivî. Ayşe di axaftina xwe de ev tişt got: "Çawa ku tecrîda girankirî îro berdewam dike. Îro bi polîsên ku hatin vê qadê û bi kamerayan wêneyê jinan dikişînin li ser jinan jî tecrîd tê kirin. Di heman demê de ditirsin. Bila bitirsin jî ji ber ku wê têkoşîna jinê bi ser keve."   Piştî axaftinan hunermend Pinar Aydinlar bi sirûda "Herne Pêş" qad coşand û piştre jî strana ku ji bo Leyla Guven çêkiribû got.  Mîtîng bi dirûşmên "Leyla Guven rûmeta me ye"  û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.