Ji siyasetmedarên girtî peyama 8'ê Adarê 2019-03-08 16:53:39   STENBOL - Hevseroka DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel, ser navê jinên siyasetmedar ên girtî peyama 8'ê Adarê şandin û wiha got: "Em wekî bi hezaran kesên berxwedêr ên li zindanan ji bo ku rêyek nû bê vekirin berxwedana ku me daye destpêkirin di baweriya ku wê bi serkeftinê tacîdar bibe de ne. Em bang li hemû jinan  û gelên xwe dikin ku bi berxwedêran re bikevin piştevaniyê."   Hevseroka berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel ku li girtîgeha Tîpa F ya hejmar 1 a Kandrayê li dijî tecrîdê ji 15'ê Çileyê de di greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger de ye li ser navê hemû jinên siyasetmedar ên girtî peyama 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhan şand.    Peyama Sebahatê wiha ye: "Em Roja Jinan a Cîhanê ya li hemû jinan pîroz dikin, îroa çalakiya Leyla Guven di roja 121'emîn de ye, ya min û Selma di roja 53'emîn de ye.   Em wekî bi hezaran kesên berxwedêr ên li zindanan ji bo ku rêyek nû bê vekirin berxwedana ku me daye destpêkirin di baweriya ku wê bi serkeftinê tacîdar bibe de ne.  Em bang li hemû gel û jinan dikin ku bi çalakgeran re bikevin piştevaniyê.    Bijî 8'ê Adarê Jin jiyan azadî"