Jinan li Qada Îstasyonê ya Amedê serhildana Leyla Guven û girtiyan silav kir 2019-03-08 16:02:29   AMED - Bi hezaran jin li Qada Îstasyonê ya Amedê ji bo 8'ê Adarê kom bûn û bi dirûşma "Leyla Guven rûmeta me ye" mîtinga 8'ê Adarê ya Amedê bi dawî bû.    Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Kedkar bi dirûşma "Jin ji bo azadiyê serî hildidin, jin di grevê de ne" li Qada Îstasyonê ya Amedê mîting hat lidarxistin. Jinan di mîtingê de dirûşmên "Jin jiyan azadî","Ne serîtewandin serîhildan heye","Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. Menice Gulmez a ku li ser navê partiyên ku bi HDP'ê re îtifak çê kir axivî û got:"Bi tifaqa gelê Kurd îro em li qada mîtinga 8'ê Adarê ne. Em ji ber vê rewşê gelek bextewar in."   'Jinan ji zûde ye bingeha yekîtiya neteweyî ava kirine'   Menice wiha dewam kir:"Li ser vê axê gelek êş hatin kişandin. Bajarên me hatin talankirin. Îradeya me ji destên me girtin. Ji bo ev êş û hêsir bi dawî bibe em kom bûn. Ev hatin qetilkirin, îşkencekirin. Em ê di 31'ê Adarê de yên ku îradeya me xesp kirin bişînin. Gelê Kurd dê qedera xwe bi destên xwe ava bike."   Ji dayika Oyku Arin nameya mîtingê   Peyama dayika Oyku Arîn a ku nexweş e, Eylem Yazici nameyek ji bo mîtingê şand û nameya wê jî hat xwendin.    Piştî axaftinan Hunermenda MKM'ê Nurcan Degirmenci stran got û jinan govend gerandin. Hunermend Devrim Demir jî derket ser dikê û bi gotina staranên wê mîting bi dawî bû.