Jinan li Qda Îstasyonê ji Leyla re peyam şand: Em ê daxwazên civakê bi hev re biqîrin 2019-03-08 15:50:22   AMED - Di mîtînga 8'ê Adarê ya li Amedê ku li qada Îstasyonê hat lidarxistin de bi sendan jin bûn yek û daxwazên Leylayê anîn ziman. Leyla Guven a ku 121 roj e li dijî tecrîdê di grevê de ye jî ji jinan re peyama 8'ê Adarê şand û got; "Ez bawer im; roja nû ku wê bi 8'ê Adarê re bê wê mizgîniya rojên hîn hazad bide me. Em ê di 8'ê Adarê de daxwazên jinan yên civaka nû li qadan biqîrin."   Beriya ku mîtînga 8'ê Adarê ya bi dirûşma "Jin ji bo azadiyê di berxwedanê de ne, jin di grevê de ne" li Qada Îstasyonê ya li Amedê bê destpêkirin hemû rêyên ku derdiketin qadê ji aliyê polîsan ve bi bariyeran hatin dorpêçkirin. Jinên ku ji Mêrdînê û navçeyên wê Nisêbîn, Qoser û Dêrikê zû hatin û yên ji Rihayê bi cil û bergên xwe yên kurdî bala her kesî kişandin ser xwe.Jinan bi caran dirûşmên, "Jin jiyan azadî", "Leyla Guven rûmeta meye", "Biqîre jin hene" , "îteat tune ye berxwedan heye" û bijî berxwedana zindanan berz kirin.    'Li Dijî Faşîzmê jinek rêya me ronî dike'   Di destpêka mîtîngê de Hevberdevka Meclisa Jinan a HDP'ê û parlamentera Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr axivî, Dîrayet diyar kir ku 8'ê Adarê bi têkoşîna jinan hatiye vê rojê û 8'ê Adara hemû jinên ku li girtîgeh û li derve li ber xwe didin pîroz kir. Dişan diyar kir ku di demek faşîzm û êrîş zêde dibin de jinek derketiye holê û anî ziman ku jinan her dem pêvajoyên bi vî rengî yên tarî ronî kirin. Dîlan axaftina xwe wiha berdewam kir: "Îro li dijî faşîzmê jinek derketiye û pêvajoyê ronî dike .Ew jin jî Leyla Guven e. Leyla 121 roj e rêya me ronî dike û ji berxwedanê re pêşengtiyê dike. Leyla dizane ku tecrîd tê çi wateyê. Tecrîd kaose û tundî ye. Ev jî herî zêde bandora xwe li ser jinê dike. Heta ku tecrîd bi dawî nebe tu kes ne azad e.  Heta ku tecrîd bi dawî bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.   'Tecrîdê bi dawî bikin'   Di pêvajoya muzakereyên 2015'an de birêz Ocalan got, 'Heta ku jinek neyê ser vê maseyê azadî jî nayê û aştî jî nayê'.  Ji er ku rola jinê tê zanîn tecrîd jî tê kurkirin, Leyla Guven dibêje ku ev dewet sûc dike û hiqûqa wê betal bûye. Em jî dibêjin ku li gorî qanûnên xwe tevbigerin û tecrîdê bi dawî bikin. 8'ê Adarê roja berxwedanê ye. Jin ne tenê îro bi salan e ji bo azadiya xwe têkoşînê didin. Jin jiyaneke nû dixwazin.  Ev modela jiyanê ya nû li Rojava di pêşengiya jinan de dikeve meriyetê. Em ji wan re ji vir silavên xwe dişînin. Jinên rojava li dijî ZÎhniyeta DAÎŞ'ê ji bo me hemûyan bûn mînak.  DAÎŞ  tecawiz e, koletî ye, tenê jinên berxwedêr ev zîhniyeta qirêj paqij kirin û ji cîhanê re bûn model.    Dîrayet bersiva Erdogan a ku got biçin Kurdistan ne li vir e jî da û got kesên ku divê ji ser vê axê biçin ew in û ev der Kurdistan e.     'Azadî di asta jor de ye'   Piştre peyama Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdê di roja 121'emîn de di greva birçûnê de ya ya 8'ê Adarê hat xwendin: ""Merhaba jinên dilovan. Em di hefteya 8’ê Adarê de ne. Ez berxwedana 8’ê Adarê ya hemû jinên cîhanê û ya we pîroz dikim. Ez bi bawerim her roja nû 8’ê Adarê ber bi rojên azad ve bibe û mizgîniya azadiyê dide me. Em jin dê daxwazên civakê di qadên 8’ê Adarê de bînin ziman û qîr bikin. Her roj berxwedan mezintir dibe û têkoşîna me bilind dibe. Em ê mafê jinê yê di nava civakê de yên wek hiqûq û azadiyê bigihînin asat herî jor.”    'Em di serdemeka jin di berxwedanê de ne re derbas dibin'   Namzeda hevşaredar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen jî wiha got: "Merhabe ji we re rêhevalên Rosayan û Sakîneyan....Ez Leyla Guven a ku li dijî tecrîdê di berxwedanê de ye û ne li nav meye û hevalên wê yên çalakger silav dikim. Herî zêde jin ji tecrîdê para xwe digirin. Bi polîtîkayên qeyûm re li jinan tundiyek mezin hat kirin. Lê di 31'ê Adarê de wê jin bersîva Qeyûm bidin."    'Em ê ala azadiyê tu carî daneynin'   Berdevka Jinên Keskê Gulîstan Atasoy jî wiha got: "Ez Leyla Guven û hemû jinên ku ji bo berxwedanên 8'ê Adarê aştiyê bi xwe re bînin bedena xwe dane ber miirinê silav dikim. Jinên hêja li cihaneke ku mêr serdest bin aştî nabe. Hevala me ya Sekretera Buroya Kedkaran niha bi awayekî dijhiqûqî hat binçavkirin. Em zîhniyeta ku tehamûlî têkoşîna me ya rêxistinkirî ya 8'ê Adarê jî nake şermezar dikim.  Em ê li gel hemû hevalên xwe yên wekî Banû bin.  Em dizanin ku çima êrîş dikin. Ji berxwdana jinan ditirsin loma êrîş dikin .Naxwazin ku em li qada cemaweriyê di îstihdamê de cih bigirin.  Dixwazin ku em wekî dixwazin bikenin, zarokan bînin dinê û jiyana xwe wekî ku ew dixwazin bijîn.  Niha jî dibêjin hiş bin. Me rûyê we yê rast dîti , me dît ku hûn çawa tecawizê meşrû dikin, cenazeyên zarokan çawa di sarincokan de dihêlin . Me qetlîamên we yên li se Gelê Kurd dîtin . Em hebûn hene û em ê hebin."   Piştî axaftinan peyamên çalakgerên girtî yên di greva birçîbûnê de hatin xwendin. Mîtîng bi stranan û bi govendê berdewam dike.