2 jê parlamenter 4 kesê din jî li Amedê dest bi greva birçîbûnê kirin 2019-03-08 14:36:36   AMED - Li Amedê Parlamenterên HDP'ê Tayip Temel Murat Sarisaç jî di navde koma duyemîn li dijî tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir.    Li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê koma duyemîn li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir. Piştî koma yekem ku Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag û 5 endamên HDP'ê li avahiya HDP'ê ya Amedê di 3'ê Adarê de dest bi grevê kirin, îro Parlamenterên HDP'ê Tayip Temel Murat Sarisaç jî di navde koma duyemîn li dijî tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin.    Her wiha bi daxuyaniyekê hat diyarkirin ku greva birçîbûnê wê bê destpêkirin. Piştî daxuyaniyê Tayip, Murat, A. Halik û  Yusuf dest bi greva birçîbûnê kirin.