Jinên Ereb bi daxwaza rakirina tecrîdê 8'ê Adarê pîroz kirin 2019-03-08 10:52:21   Ehlam Hecî   ŞENGAL - Li Gundê Bîrcarî yê girêdayî Şengalê jinên Ereb ji bo  8'ê Adarê roja jinên kedkar a cîhanê şahiyek li dar xistin. Bi coşeke mezin jinan roja xwe ya bi wate pîroz kirin û daxwaz kirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe.   Bi hatina 8'ê Adarê jinan li her derê cîhanê dest pîrozbahiyan kirin. Jinên pêkhatêyên Şengalê jî ji bo pîrozkirina 8'ê Adarê derketin qadan. Jinên Ereb ên Gundê Bîrcarî jî cejna xwe pîroz kirin û daxwaz kirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe.   'Em dixwazin tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe'   Kerîma Birhim di destpêka axaftina xwe de cejna hemû jinan pîroz kir û bi vî awayî gotinên xwe anî ziman; " Îro weke jinên Ereb em gelekî  kefxweş in.  Roja 8'ê Adarê ji bo hemû jinan gelek bi wate ye. Weke hemû jin bi hevre pîrozkirin jî xwedî wateyek cuda ye. Em îro bi fikir û ramanên Rêber Apo vê rojê nas dikin û pîroz dikin. Em berxwedanan Leyla Guven jî silav dikin. Em dixwazin tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe. Berî vê me vê rojê ne dizanî û em bi vê wateyê nezî vê rojê nedibûn. Weke jin em her tim di malê de bûn. Îro weke jinên Ereb em jî cejna xwe ya azad pîroz dikin. Berê me nedizanî 8'ê Adarê roja me ye û cejna me ye. Îro hemû jin hatiye gel hev û cejna xwe pîroz dike".    'Di nava hemû civakan de binpêkirina mafê jinê heye'   Kerîma anî ziman ku keda jinê di jiyanê de bi her alî tê binpekirin û bi vî awayî berdewam kir ; "Di roja me îro de mafê jinê her alî tê binpê kirin. Bi taybet jî em dikarin bêjin di nav civaka Ereb jî heman tişt tê jiyîn. Lê di nav hemû civakan de ev binpêkirin heye. Karê jinê tenê ne karê malê tenê ye. Pewîst e mafê jinê di nav civakê de hebe û jin xwedî mafê xwe derkeve. Roja 8'ê Adarê li hemû jinên cihanê pîroz dikim".   'Em dixwazin hemû jin azad bijîn'   Fatma Remadan a ji gundê Bîrecarîyê kêfxweşi û  nêrînên xwe ji bo roja 8'ê Adarê bi vî awayî anî ziman; "Em roja 8'ê Adarê roja jinên kedkar li hemû jinên cihanê û Rêber Apo pîroz dikin. Ev cara yekemîne ku weke jinên gundê Bîrcarî em vê rojê pîroz dikin û şahî li dar dixin. Me berê wateya vê rojê ne dizanî û nas nedikir. Îro cejna xwe bi coşek mezin û kefxweşî pîroz dikin. Carek din vê roja 8'ê Adarê li hemû jinên cihanê, Rêber Apo pîroz dikim.  Ez gelekî kefxweş im ku îro vê rojê pîroz dikim. Em dixwazin hemû jin azad bijîn. Ez hêvî dikim ku roja 8'ê Adarê bibe roja azadiya jinan û tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe".   'Em dixwazin Rêber Apo azad bibe'   Rimana İbrahim jî di destpêka  axaftina xwe de kêfxweşiya anî ziman û wiha berdewam kir; "Ez jî di destpêkê de cejna hemû jinên cihanê pîroz dikim. Hevî dikim ku ev roj ji bo hemû jinan edî bibe rojên kefxweşiyê.  Roja 8'ê Adarê ji bo hemû jinan rojek bi wate û girîng e. Em yekem car vê rojê pîroz dikin. Em gelek kefxweş in û em hêvî dikin ku edî hemû jin bi hev re vê roje pîroz bike. Em dixwazin Rêber Apo jî azad bibe".