Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E'yê ya Amedê îdiaya întixarê! 2019-03-08 10:05:31   AMED - Hat îdiakirin ku kesê bi navê Erdal Yuksel bi biryara girtinê şandine Girtîgeha Girtî ya Tîpa E'yê ya Amedê û piştre xwe întixar kiriye.    Bûyerên întixarê yên li Amedê her ku diçe zêde dibin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê vê yekê de pêşnûme dabû meclîsê lê encamek bi dest nexist. Hîn çend roj berê hat îdikarin ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T'yê ya Amedê bûyerek întixarê hatiye jiyîn. Niha jî tê gotin ku Erdal Yuksel (25)  li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E'yê ya Amedê xwe întixar kiriye.    Bêyî ku li benda malbatê bin otopsî kirin    Ji aliyê xizmên Erdal ve hat diyarkirin ku Erdal bi şerdê kontrola edlî serbest hatibû berdan û ji ber ku 3 caran îmzeya xwe neaviştibû derbarê wî de biryara girtinê hatibû dayin. Xizmên Erdal wiha gotin:"Piştî Erdal hat binçavkirin saetan şûnde ji girtîgehê telefon kirin. Dema em çûn girtîgehê me bihîst ku Erdal jiyana xwe ji dest daye. Berî ku em biçin karê otopsiyê xelas kiribûn. Aliyê serê wî yê çepê birîndar bûbû û stûyê wî reş bûbû.    Her wiha xizmên Erdal diyar kirin ku dosyaya siyasî ya Erdal hebûye û îdaereya girtîgehê gotiye Erdal li Odeya Muşahedeyê xwe întixar kiriye.    Hat hînbûn ku lêpirsîna derbarê bûyerê de didome.