Ji Jinên Karker ji bo komxebata di 10’ê Adarê de pêk tê bang 2019-03-08 09:15:57   STENBOL - Nurtek Karan der barê ‘Komxebata Jinên Karker’ ya di 10’ê Adarê kedkarên jin pêk tîne de axivî û got: “Em dizanin ku çîna karkerên jin li dijî êrîşên dewletê û kapîtalîzmê berxwe didin. Em bang li hemû jinan dikin ku tevlî komxebatê bibin.”   Jinên Kedkdar (EKA) di 10’ê Adarê de ‘Komxebata Jinên Karker’ wê pêk bîne û pirsgirêkên jiyana xebatê wê bê nîqaşkirin. Komxebat wê li Navenda Giştî ya Sendîkaya Kar a Petrolê ya li Altunîzade pêk bê. Ji jinên Karker Nurten Karahanci der barê komxebatê de axivî û der barê naveroka wê de agahî da, banga tevlîbûnê li hemû jinan kir.   Nurtenê diyar kir ku bi salane di vê qadê de faliyetê dimeşînin û got: “Me gelek xebat pêk anîn. Ligel çalakiyên kolanan, konferansê jinan yên navneteweyî, sempozyum, bername pêk hatin. Niha jî em ê komxebata xwe pêk bînin. Desthilatdarî krîza aborî ya tê jiyîn qebûl nake. Ev krîz ne krîzek ji rêzê ye. Li krîzên berê naçe. Kapîtalîzmê di dema ewil ya sermayeyê de xwe li ser jin û zarokan heyî kir. Niha jî wê li ser keda jin û zarokan têk biçe.”    ‘Em dizanin ku yên li dijî êrîşên dewlet an jî kapîtalîzmê têbikoşin jin in’   Nurtenê destnîşan kir ku jin di 25’ê Mijdar, 8’ê Adarê de çalakî pêk anîne û got: “Lê ev têr nakin. Divê tevgera jinê hişmendiya çînê baş bide rûniştandin. Em dizanin ku yên li dijî êrîşên dewlet an jî kapîtalîzmê têbikoşin jin in. Ji bo rêxistibûna jinan û tevlibûna jinên karker a têkoşînê Komxebat gelek girîng e.”   Nurtenê diyar kir ku jin di jiyana kar de pirsgirêkan dijîn û got yek ji pirsgirêkên herî mezin pirsgirêka aborî ye û got: “Me di çarçoveya komxebatê de anket çê kir. Me pirs pirsîn. Yek ji piran zor û zehmetiyên di qada kar de bûn. Mînak herî zêde ‘em rastî tacîzê tên. Mobîng pêk tê. Heqdestê me û mêran ne wek hev e.’ deketin pêş. Di komxebatên de wê pirsgirêkên jinan bê nîqaşkirin. Em hemû jinan vexwendiyê komxebatê dikin.”