Wezareta Dadê daxwaza hevdîtinê ya xizmên girtiyan red kir 2019-03-07 17:11:10   ENQERE - Wezareta Dadê, daxwaza hevdîtinê ya xizmên girtiyên di greva birçîbunê de ku 3 rojin ji Wezareta Dadê randevû dixwazin, red kir. Xizmên girtiyan bertek nîşanî bersîva Wezaretê ya “Em nikarin wexta xwe ji vê rojevê re veqetînin" dan. Hevserokê TUAYDER'ê Ebedî Aktaş, diyar kir ku ger kesek jiyana xwe ji dest bide Wezareta Dadê û hikûmet berpirsiyar e.    Xizmên girtiyan, ji bo daxwazên zarokên xwe yên li tijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li girtîgehan ketine grevê bînin ziman, duh bi ÎHD, TÎHV û TTB'ê re hevdîtin kirin. Malbatên ku li aliyekî bi saziyên mafên mirovan re hevdîtin kirin 3 rojin ji Wezaeta Dadê daxwaza hevdîtinê dikin. Wezareta Dadê îro daxwaza malbatan red kir.  Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de piştî Wezareta Dadê daxwaza wan a hevdîtinê red kir li Navenda Giştî ya ÎHD'ê civîna çapemeniye pêk anîn. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û parlamenterê HDP'ê Abdullah Koç ji tev li civînê bû. Dayika Abdullah Oral ê 74 rojin di greva birçîbûnê de ye, Methiye Oral, diyar kir ku zarokên wan ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Ocalan  bi dawî bibe ketine greva birçîbûnê û wiha got: “Li Îmraliyê tecrîda giran heye. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Leyla Guven ji ber ku vê tecrîdê sûcê mirovahiyê dibîne 120 rojin ketiye grevê. Ev tecrîd li ser hemû kesan e. Kes nikare vê yekê înkar bike. Li girtîgehan ji bedenê zêdetir tiştek di destê zarokên me de tune. Ji ber vê yekê bi bedena xwe têdikoşin. Abdullah Ocalan, vîna me tevan e. Tu kurt vê tecrîdê qebûl nakin. Em naxwazin kes bimire. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Zarokên me bi biryar in. Ji vê biryara xwe venagerin. Em wekî malbat daxwaza zarokên xwe diparêzin. Em li dijî sûcê mirovahiyê edaletê dixwazin."     Dayika Mehmet Nezir Gumuş Hanife Gumuş jî anî ziman ku zarokên wan nêzî mirinê dibin û wiha got: "Dewleta Tirk mecbûre gavan bavêje. Divê gavan bavêje. Ji bo zarokên me nemirin divê Wezareta Dadê rojek berî rojekê gavan bavêje. Em naxwazin zarokên me li zindanan bimirin. Divê hikûmet bi lez gavan bavêjin. Divê daxwazên Leyla Guven û zarokên me pêk bîne. Em dibêjin êdî bes e."    Dayika Çetîn Baran, Eyde Baran jî anî ziman ku ew li girtîgehan naxazin kes bimirin û wiha got: Zarokên me bi biryarin ku heta tecrîd rabe çalakiya xwe berdewam bikin. Me xwest bi wezareta dadê re hevdîtin bikin lê deriyên xwe li me venekir. Em li pey daxwazên zarokên xwe ne. Ger cenazeyên zarokên me ji girtîgehê derkevin em dê li ber girtîgehê bedena xwe bişewitînin. Em ne terorîst in. Yên komkujiyê dikin û li cem kesên komkujiyê dikin hûn in.     Hevserokê Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUAYDER) ya Herêma Çukurova Ebedî Aktaş, jî anî ziman ku 3 rojin randevû ji Wezareta Dadê dixwazin û wiha got: "Me randevû ji Wezareta Dadê xwest. Lê daxwaza me red kir.  Wezaretê bersîva 'Karê me zêde ye û bi mijarên subjektif mijûm dibin. Ji ber vê yekê wexta me ya ji vê rojevê (greva birçîbûnê) re veqetînin tune ye.' da.     Ebedî, anî ziman ku wan xwestiye ku daxwazên çalakgerên grevê pêk bînin û ji bo vê yekê xwestin bi Wezareta Dadê re hevdîtin bikin. Bersîva redkirinê ya wezaretê em xemgîn kirine. Çavê xwe ji mirinê re girtine û nedîtina greva birçîbûnê tercîh kirine. Ger ku geşedanek neyînî li girtîgehê pêk bê Wezareta Dadê û Hikûmet berpirsiyar e. Daxwaza me rakirina tecridê ye. Daxwazên me rewa û hiqûqî ne. Piştî 1'ê Adarê nezî 7 hezar girtî ketine grevê. Em xizmên girtiyan li pişt daxwazên girtiyan in."    Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî bal kişand ser biryara AYM'ê ya der barê Veysî Aktaş ku li Îmraliyê girtî û wiha got: “Divê qedexeya li ser Îmraliyê bi dawî bibe. AYM'ê der barê Veysî Aktaş de biryar da û diyar kir ku îhlala ragihandinê heye. Em li welatekî çawa dijîn. Dadgeha herî bilind a vî welatî mafê qedexeya hevditin û teleffonê wekî îhlalê dinirxîne. Li vir garabata heqûqê heye. Divê dewlet daxwaza Leyla Guven pêk bîne. Divê Komara Tirkiye zagonên xwe li îmraliyê têxe meriyetê. Girtigeh denge xwe bilind dikin. Divê hekûmet û civak vê qerîna bilind bibînin."    Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Abdullah Koç ji anî ziman ku rewşa Leyla Guven hatiye asta krîtîk û xwest hikûmet dengê çalakgeraen bibhîze. Abdullah xwest tecridkirina Abdullah Ocalan bi dawî bibe û wiha got: "Hikûmet sûc dike. Wezareta Dadê sûc dike. Bi hezaran mirovan dest bi greva birçîbûnê kiriye. Em nikarin li hemberî van daxwazan bêdeng bimînin. Em bi windakirina mirovan re rû bi rû ne."