Damezrandina Tora Têkoşîna bi Tundiyê re hat deklerekirin 2019-03-07 15:40:07   AMED - Komeleya Rojsa ya Jinê, bi sazî û odeyên pişesaziyê yên li Amedê kar dikin re bi armanca têkoşîna bi tundiya li ser jinê re damezrandina Tora Têkoşîna bi  Tundiyê re deklere kir û xalên protokola hat kirin parve kirin.    Komeleya Rojsa ya Jinê, bi sazî û odeyên pişesaziyê yên li Amedê kar dikin re li Cemiyeta Rojnamegerên Guneydoguyê civîna çapemeniyê li dar xist.  Di daxuyaniya ku hat lidarxistin de hemû nûnerên Saziyên Civaka Sivîl (TSK) ên Amedê cih girtin.  Li ser navê jinan metnê çapemeniyê li ser navê jinan Seroka Navenda Mafên Jinên ya Baroya Amedê  Asli Pasînlî xwend. Asli diyar kir ku ew wekî saziyên sivîl ên li dijî tundî û binpêkirina mafan têdikoşîn û li Amedê bi giştî ji bo "Tora Têkoşîna bi Tundiya li Ser Jinê re" deklere bikin hatine cem hev.     Xalên ku di protokola Tora Têkoşîna bi Tundiyê re  cih digrin wiha ne:    "*Hevpar bêyî ku tu cudahiyê bikin wê ji bo her cureyê tundiya ku li ser jinê tê kirin bên gel hev.   *Hevpar bi armanceke hevpar wê bi hev re di nav piştevaniyê de bin.   *Bi armancek hevpar "Tora Têkoşîna bi Tundiyê re" hevparên ku hatine gel hev û ev protokol îmze kirine dema ku pêdiviyê bibînin dikarin xalên di protokolê de hatine nîşandan biguherin."   Asli herî dawî diayr kir ku ew ê wekî 'Tora bi tundiyê re" li dijî hemû binpêkirinên mafan ên li dijî jinê, li dijî zayendperestî û ji bo hemû cureyên tundiyê ew ê bi hev re têbikoşin û girêdana xwe ya bi vê protokolê re bi çapemenî û raya giştî re parve dikin.