Kongre Star bi boneya 8'ê Adarê serdana goristana berxwedêran kirin 2019-03-07 12:42:16   Tolîn Mihemed   ŞEHBA - Kongreya Star a Kantona Efrînê serdana goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li Navçeya Ehresê ya Kantona Şehbayê kirin û gul li ser gorên berxwedêran hatin belavkirin.   Bi nêzîkbûna  8'ê Adarê Kongreya Star a Efrînê serdana goristana Şehîdan kirin û roja Cejna Jinê ya Cîhanê li hemû şehîdan pîroz kirin, bi tevlîbûna hemû jinên ku di meclîs û saziyên Rêveberiya Xweser, jinên Kantona Şehbayê, xwendekar û ciwanên Efrînê, Kongre Star beşdar bûn. Her wiha pankertên bi nivîsa”8'ê Adarê roja tekoşîn û berxwedanê li hemû jinan pîroz be” û wêneyên Abdullah Ocalan û Leyla Guven hatin hilgirtin.   Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Kongre Star ya Efrînê Fîdan Ebdo li ser roja Jin a Cîhanî axivî û got:”Em dîroka 8'ê Adarê li hemû jinan û berxwedana Leyla Guven pîroz dikin. Hertim jin serî xwe li hember dijmin hildaye û tekoşîna xwe hîn mezin dike."   Li ser navê berdevka Kongreya Star a Kantona Efrînê Hêvî Silêmen di derbarê çalakiyê de axivî û got:"Roja 8'ê Adarê rojek dîrokî ye. Em cejna Jinê ya Cîhanî li berxwedaniya zîndanan ya ku pêşengtiya wê jin dike pîroz dikin."   Hêvî di berdewamiya axftina xwe de balkişand  ku bi rihê berxwedana serdemê wê tecrîd" li ser Abdullah Ocalan  bişkînin û wê roja bibe rojek ronahî di dîrokê de, ev bû hefteyek me dest bi çalakiyên xwe ji bo 8 Adarê kiriye jin serdana malbetên şehîda kirin û berdewamiya wê çalakiyê serdana goristana Şehîdên berxwedana serdemê kirin û cejina Jin a Cîhanî li hemû şehîdan pîroz kirin."   Hêvî dawî li axaftina xwe anî û got:" Divê her kes xwedî li îradeya jina derkevin ji ber ku jina azad avakirina civakek azad e, bi vî rengî jin wê ber bi serkeftinê biçe û bigihêje armanca xwe."   Her wiha jina bi navê Horiyê Reşîd ya ku tevlî çalakiyê bûye axivî û got:"Em dîroka 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê û li Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin ji ber ku bi fikir û felsefeya Serok Apo em birin azadiyê."   Ji aliyekî din ve jî li ser navê Hevseroka Meclîsa kantona Efrînê Şêrîn Hesen got:"8'ê Adarê li Rêberê aştiyê û aramiyê Rêber Abdullah Ocalan û li hemû jinên azad pîroz be. Me serdana goristana şehîdan kir ji bo roja Jin a Cîhanî li hemû şehîdên xwe pîroz bikin ji ber ku bi xwîna şehîdan em gihaştin azadiya xwe."   Di dawiya axaftina xwe de Şêrîn axivî û got:"Em ê her şopdarê rêya berxwedana Leyla Guven bin."   Di berdewamiya çalakiyê de endama Kongre Star find li ser gorên berxwedêran vêxistin û çalakî bi dirûşmên ”Jin Jiyana Azadî, Bijî Serok Apo” bi dawî bû.