Kesên ku ji ber ketin grevê hatin binçavkirin îfadeyên wan tên girtin 2019-03-07 12:07:16   AMED - 5 HDP’iyên di 3’yê Adarê de li avahiya HDP’ê ya Bajêr dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvger kirin û hatibûn binçavkirin, îfadeyên wan tên girtin.   Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag û 5 endamên HDP'ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 3’yê Adarê de, bi civînek çapemeniyê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn. Roja ku çalakiyê dest pê kir, bi fermana Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû, polîsan  bi ser avahiya HDP’ê de girtibûn û 5 çalekgerên HDP’î bi derban binçavkiribûn.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê endamên HDP’ê de, 4 roj biryara binçavkirinê dabû. HDP’iyên 4 rojin li Miduriyeta Polîsan a Amedê dibin çavan de man, lêpirsîna wan hat destpêkirin û îfade didin. 5 HDP’iyên bi hinceta “Propagandeya rêxistinê kirin” tên sûcdarkirin, li bendêye di saetên pêş de sewqî edliyê bên kirin.