Rewşa jinên li girtîgeha Qeyseriyê giran e 2019-03-07 12:05:39   KAYSERÎ -  Hat ragihandin ku girtiyên li Girtîgeha Kayseriyê dimînin û di koma yekemîn de dest bi grevê kirine rewşa wan giran dibe. Malbatên ku ji bo hevdîtinê çûn Girtîgeha Jinan a Kayseriyê, diyar kirin ku tendirustiya zarokên wan di xeterê de ye û zarokên wan banga hestiyariyê li raya giştî kirine.    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 120'an de berdewam dike. Piştî ku Leylayê dest bi çalakiyê kir li girtîgehan jî grev hatibû destpêkirin. Komên yekem di dîrokên cuda cuda de dest bi çalakiyê kiribûn û piştî 1'ê Adarê jî hemû girtiyan dest bi grevê kir.  Ji komên yekem ku dest bi çalakiyê kirin yek jê jî li Girtîgeha Kayseriyê ya Jinan e.    'Rewşa wan giran dibe'   Ji aliyê malbatên çûn hevdîtinê ve hat diyarkirin ku li Girtîeha Kayseriyê Maşallah Erbay a di koma yekemîn de di grevê de yeji 7! kîloyî daketiye 60 kîlo, Bêrîvan Bîtmen ji 54 kîloyan daketiye 42 kîlo û Merge Polat jî gelek zêde kîlo daye. Malabatên ku gotin bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin wiha gotin: "Tendirustiya wan di xeterê de ye. Bêrîvan bîtmen êdî nema dikare rabe ser piyan."   Malbatan anî ziman ku girtiyên rewşa wan giran dibe jî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi pêkanînên kêfî re rûbirû dimînin. Ev du hefte ye ji aliyê muduriyeta girtîgehê ve ji girtiyan re rojname nayê dayîn.   Herwiha malbatan diyar kir ku girtiyan banga hestiyariyê li raya giştî kiriye.