Aksu Bora: Ez li nifşê nû dinêrim, hêviya min zêde dibe 2019-03-07 09:41:12   Yeşîm Oruç   NAVENDA NÛÇEYAN - Prof. Dor. Aksu Bora  got ‘mafên hatine bidestxistin tu car wek hatiye bidestxistin nayê hesibandin, divê her tim ji bo bidestxistina wan têkoşîn bê dayîn. Ev têkoşîn, yek bi yek bi têkoşîna  jiyana jinan xwedî dibe, lê ev têr nake.’ Aksu her wiha bi lêv kir ku ew ji nifşê nû gelek bi hêvî ye, êdî daxwazeke aştî û wekheviyê ya ku pêşî nikare lê bê girtin heye, divê ev bê dîtin.    Di têkoşîna jinan a ku ji paşerojê heta  roja hatiye dayîn de jinan gelek bedel dan. Lê Jinan gotin ‘maf nayê dayîn, tê girtin’. Jinan tu car dest ji têkoşîna  ku bi mêran re wekhev bin, berneda. Di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de  nivîskara femînîst, weşanger û akademîsyen Prof. Dr. Aksu Bora axivî.   *Manîpulekirina mêran, şaş an kêm nirxandina jinan, bandora wê ya neyînî ya li ser têkoşîna jinê çawa ye.  Têkoşîna  jinê di esasê de çi ye?   Navê têkoşîna jinê, femînîzm e. Ji roja femînîzm derketiye pêş heta niha, bi manîpulasyon û şîdeta mêr re hat rû hev.  Di vê ev jî encama xwezayî ya têkoşînê bê dîtin.Naxwazim zêde li ser sînor û çarçoveya femînîzmê tiştekî bêjim. Ji ber tiştekî zindiye ev. Carna mirov nayê texmînkirin, carna li hinek deran nayê qebûlkirin.  Lê têkoşîneke ku wekheviya jin û mêr hedef dike ye.  Ji bo vê jî hedefên ferzkirî yên divê têkiliyên zayendî biguherin, hevkariya zayendperest ji holê rabe, hene.   *Jin di jiyana rojane de rastî gelek newekheviyan tên. Li dijî zayedperestiyê jin çima nikarin têkoşînek topyekun bidin meşandin?   Ji ber zayendperestî ne tiştekî topyekun e.  Ger jin hemû bi hev re pergalek pelçiqandibûna wê têkoşîn hêsantir bûna. Lê ne wisa ye. Jinan ji hev vediqetîne, bi awayên cuda dipelçiqîne. Ji ber vê jî hewcedariya me bi femînîzmê heye ji xwe.  Lê tenê dîtin têr nake. Divê xetek têkoşînê ya hevpar, zemîna hevkariya polîtîk bê avakirin.  Li pêş vê astengiyên polîtîk û sazbûnê hene.Der barê cudahiyên sazbûnê de (pelçiqandinên cuda) de hişmendî pêwiste.  Ji bo astengiyên polîtîk jî divê tevger bê xurtkirin. Em herduyan jî di atmosferek zehmet de dijîn.    *Jinan ji bo mafên xwe pir zêde têkoşîn dan, bedel dan. Ji paşerojê heta niha jinan her tim ji bo hemû daxwazan têkoşîn dan. Wateya vê çi ye?   Mafên hatine qezenckirin tu car wek hatiye bidestxistin nayê hesibandin, divê her tim bê qezenckirin. Ev têkoşîn, yek bi yek bi têkoşîna  jiyana jinan xwedî dibe, lê ev têr nake. Di qadên polîtîk de sazbûnên rêxistinkirî pêwistin.  Em niha di pêvajoyek eu qada rêxistin û siyasî belav bûye de dijîn.  Li hember jinan zext zêde bûne û li dijî vê derfetên tevgerê kêm dibin.  Lê dîsa jî ez dibêjim em dubare nakin. Ez ji nifşê nû bi hêvî me. êdî daxwazeke aştî û wekheviyê ya ku pêşî nikare lê bê girtin heye, divê ev bê dîtin.   *Li Tirkiyeyê qirkirineke zayendê ya sîstematîk heye.  Ji bo mêrên şîdetê pêk tîne, cezayên wek xelat tên dayîn.  Lê jinên ku parastina cewherî pêk tînin jî rastî cezayên giran tên. Ev cotstandartî çima?   Pergala edeletê alîgirê mêr e. Ji bo pêkanîna destkeftiyên qanûnî jî gelek tiştên ku divê hîna bên kirin hene.    *Li dijî qirkirina zayendî divê têkoşîn çawa bê dayîn?   Riya vê têkoşînên polîtîkin. Jin heta ji destê wan tên têkoşek wisa didin meşandin. Li hember me pegaleke serdest ya mêr a xurt heye. Ji ber vê em neçarin tevgereke xurt û bi pergal ava bikin. Em carna vê pêk tînin. Carna jî em ji hêzêde dikevin. Lê me tu car dest jê berneda.  Jin têkoşer û biryarin.