Jinên kedkar: Peywira mezin dikeve ser milê me jinan 2019-03-07 09:30:54   STENBOL - Jinên Kedkar diyar kirin ku ew piştgiriyê didin çalakiya Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin. Jinan gotin: “Ji bo rakirina tecrîdê heta pêngav neyê avêtin piştevanî kêm dimîne. Peywira mezin dikeve ser milê me jinan. Divê hemû jin dengê xwe bilind bikin û qêrîna Leyla Guven li her derê bidin bihîstin.”   Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 120’an de berdewam dike. Piştî Leylayê li Tirkiye, Hewlêr û Ewropayê jî grevan dest pê kir. Her wiha ji gelek aliyên civakê jî piştgirî tên.   Ji Jinên Kedkar (EKA) Gamze Nîhal Îyîdogan, Leyla silav kir û got: “Em ligel Leylayê ne. Berxwedana li girtîgehan heta îro bedelên mezin dane. Ez Leyla û hemû hevalên wê silav dikim. Em jin wê cîhanê biguherin. Em jin wê li dijî pergalê şer bikin. Em jin divê li eniya herî pêş şer bikin. Ji ber herî zêde birînên me hene. Em zarokên xwe li şer winda dikin. Em êdî şer naxwazin. Em dibêjin ku li hember şer in. Leyla Guven mînaka herî şênber e. Divê êdî al di destên jinan de kil bibe.”   ‘Yekane riya serkeftinê kolan in’   Gamzeyê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinên Bakurê Sûriyeyê û got: “Dema em dibêjin şoreşa jinê; li hemberî nêrînên herî çavsor ên cîhanê jinên şer kirin bi ser ketin. Ji ber vê jin li her derê berxwe didin. Leyla Guven, mînaka ‘dema jin bawer bikin dikarin her tiştî bikin e’. Em heta dawî ligel vê gotinê ne. Ger em bixwazin bi ser bikevin yekane riya wê heye ew jî kolan in. Em ê Leylayê bidin jiyîn.”   ‘Peywira mezin dikeve ser milê me jinan’   Endama EKA Songul Yuce jî bi lêv kir ku ew piştgiriyê dide çalakiya Leyla Guven û got daxwaza wan ev e ku ji têkoşîna Leylayê re bibe deng. Songulê daxuyakirin ku Leylayê li ser daxwazek rewa û mafdar bedena xwe daye ber birçîbûnê û got: “Peywirek mezin dikeve ser milê jinan. Divê hemû jin dengê Leylayê bilind bikin. Em jinên Kedkar jî daxwaz dikin ku qêrîna wê li her derê bê bihîstin. Divê hemû jin, tevgerên civakî û hemû alî di mijara girtîgehan de hestiyariyê nîşan bidin û dakevin kolanan. Em dikarin bi dengê xwe tiştekî bikin. Divê em ji bo zindanan mîtîng, çalakî, konferans û sempozyuman pêk bînin.”    ‘Divê bi daxuyaniyan nemîne’   Endama EKA Seher Dursun jî balkişand ser piştevaniya ji bo rakirina tecrîdê û wiha got: “Grevên birçîbûnê li gelek girtîgehan berdewam dike. Girtiyên ketine grevê rastî cezayên dîsîplînê tên. Em dema diçin girtîgehan vê dibînin. Raporên ÎHD’ê jî di vî alî de ne. Li derve jî grev hene. Lê divê çalakiyên zindî jî hebin. Ji ber grevên birçîbûnê teşeyê çalakiyê ye. Ne tenê daxuyanî û serdanên piştgiriyê. Divê întîsyatîf bê avakirin. Divê tenê bi daxuyaniyan nemînin. Divê ev vegerin çalakiyên kolanan. Bi xwepêşedanên girseyî wê tecrîd rabe.”