Namzeta jin a keyatiyê: Ez ji bo pirsgirêkan çareser bikim hewl didim 2019-03-07 09:26:19   Gulîstan Azak   AMED - Sadiye Sebat Korkutan, li taxa Şehîtlîk a Yenîşehîr a Amedê namzeta keyatiyê ye. Sadiyeyê diyar kir ku ew bi şîara ‘em pirsgirêkan dizanin û bi çareseriyan tên, bila bi destên jinan taxa me bê birêvebirin’ hedef dikin ku alternatîfan ji bo jinan ava bikin û pirsgirêkên taxê çareser bikin.   Sadiye Sebat Korkutan, ya li taxa Şehîtlîk a Yenîşehîr a Amedê namzeta keyatiyê ye, tax bi tax mal bi mal digere û xwe dide nasîn.  Sadiye got ji ber herî zêde jin taxê bi kar tînin divê nûneriya wê jî jin bikin û got: “Ez bang li kesên ku dibêjin ‘jin nikarin bibin keya dikim’. Em jî baş dizanin ku jin herî baş bi rê ve dibin.  Jin malê bi rê ve dibin, çima taxê bi rê ve nebin?”   ‘Em ê bi hev re çareser bikin’   Sadiyeyê destnîşan kir ku dahatuya aborî ya taxê kêm e û got: “Di rewşa bê hilbijartin de, ez ê daxwaz û pêşniyarên gel referans bigirim. Yekîneya herî girîn a biçûk a mekanîzmayên herêmî keyatî ne. Ez ji bo vê peywira girîng amade me. Divê  bi taybet jinên taxê tevlî rêveberiyê bibin. Tevlîbûna wan jî ji bo afirandina qadên alternatîf û civakbûyina wan gelek girîng e. Ez dizanim jin bi min bawer in.  Ji ber tiştekî ku jin tê de bi ser nekevin tune ye.  Ji aboriya malê heta aboriya taxê jin berpirs tên girtin. Wê demê çima jin nebin keya?”   ‘Pirsgirêk wê bi riya keyatiyê bên çareserkirin’   Sadiyeyê di berdewamiyê de ev tişt got: “Mînak dema li taxê pirsgirêk çê dibin mêr zêde girîngiyê nadên.  Ewil jin eleqeder dibin. Hewl didin çareser bikin. Jin bi rehetî pirsgirêkan tînin ziman. Ji ber vê hêza çareseriya pirsgirêkan keyaya jin e. Ez ji bo çareseriya pirsgirêkan namzet im.  Ez bawer dikim ku ez ê hêza jinan derxim holê û bêm hilbjartin. Em ê bi hev re çareseriyê pêk bînin. Ez pirsgirêkan baş dizanim. Ez ji bo pirsgirêkan çareser bikim hewl didim.  Soz didim em ê bi ser kevin.”