Jinên Kobanê: Em ê 8'ê Adarê bi rihê pêşengên xwe pîroz bikin 2019-03-07 09:25:07   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Derbarê 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de jinên Kobanê axivîn û gotin:"Em ê 8'ê Adarê bi rihê pêşengên xwe pîroz bikin."   Jinên Kobanê têkildarî 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de da zanîn ku divê her roj bi rihê têkoşînê bê pêşwazîkirin û gotin:"Ne tenê di 8'ê Adarê de divê her roj jin ji bo azadî, aştî û wekheviyê li ser piya bin."   'Kobanê çavkaniya têkoşînê ye'   Zozan Ibrahîm wiha got:"Bajarê Kobanê bi berxwedana xwe tê naskirin. Kobanê çavkaniya têkoşînê ye. Yên ku pêşengiya vê berxwedanê kirin jî jin in. Loma em ê li Kobanê 8'ê Adarê bi rihê jinên leheng pîroz bikin. Em ê di 8'ê Adarê de xwedî li keda jinê derkevin û ji bo wekheviyê li berxwe bidin."   'Em ê 8'ê Adarê bi rihê pêşengên xwe pîroz bikin'   Jina bi navê  Ayde Şêx Mihemed wiha axivî:"Dema ku em qala 8'ê Adarê dikin têkoş û berxwedana jinê tê bîra mirovan. Têkoşîna jinên cîhanê ya li dijî koletiyê û zordestiyê tê bîra mirov. Berxwedana jinên wekî Şîlan Kobanê, Barîn, Arîn, Sakîne û Zîlanan wateyek cuda li 8'ê Adarê bar dike. Em ê 8'ê Adarê bi rihê pêşengên xwe pîroz bikin. Ne tenê di 8'ê Adarê de divê her roj jin ji bo azadî, aştî û wekheviyê li ser piya bin."