Jinên Efrînê: Bi rihê têkoşîna Leyla Guven em 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin 2019-03-07 09:17:54   Hesna Mihemed   ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê bi cih bûnin 8'ê Adarê li hemû jinan bi taybet li jinên kurd pîroz kirin û gotin:"Bi rihê têkoşîna Leyla Guven em 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin."   Jinên Efrînê di derbarê  8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhaê de nêrînên xwe parve kirin û gotin:”Wê bi rihê berxwedana Leyla Guven roja cejna jin a cîhanî bê pîrozkirin. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo jin gihaştin azadiya xwe û vê rojê pîroz dikin. Lê azadiya Rêber Apo azadiya jinên bindest in."   'Roja 8'ê Adarê li gel jinan girîng e'   Jina bi navê Xedîce Elo li ser 8 Adar ê axivî û got:”Em weke jin vê rojê gelek girîng dibînin. Roja 8'ê Adarê li gel jinan girîng e. Em niha li Şehbayê bi cih bûnin lê dîsa em roja cejna jin a cîhanî pêşwazî dikin, piştgiriyê didin berxwedanên gireva birçîbûnê û roja 8'ê Adarê li çalakvanan pîroz dikin. Jinên kole bi rêya fikir û ramanên Rêber Apo gihaştin azadiya xwe."   'Berxwedan jin e û em ê vê berxwedanê mezintir bikin'    Her wiha dayika berxwedêr Canxort, Asiye Ebdo wiha got:”Em roja 8'ê Adarê li Rêber Apo û li jinên Kurdistanê û li tevahî jinan pîroz dikin. Em bang li hemû jinan dikin ku li berxwedana Leyla Guven xwedî derkevin û ji bo azadiya Rêber Apo li berxwe bide. Berxwedan jin e û em ê vê berxwedanê mezintir bikin."   'Em ê di 8'ê Adarê de bibêjin daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye'   Li alieykî din jî jina bi navê Henîfe Omer a ji Efrînê wiha got:" Em ê roja 8'ê Adarê bi rihekî berxwedêr pîroz bikin. Em ê di 8'ê Adarê de bibêjin daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye. Bi rihê têkoşîna Leyla Guven em 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin.Wê bi rihê berxwedana Leyla Guven roja cejna jin a cîhanî bê pîrozkirin. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo jin gihaştin azadiya xwe û vê rojê pîroz dikin. Lê azadiya Rêber Apo azadiya jinên bindest in."