'Berxwedana Efrînê wê her tim zindî be' 2019-03-07 09:11:35   Tolîn Mihemed   ŞEHBA - Jinên Efrînê ku li Şehbayê bi cih bûne anîn ziman ku ew têkoşîna jiyanê didomînin û gotin:"Berxwedana Efrînê wê her tim zindî be."   Ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê gelê Efrînê li Kantona Şehbayê bi cih bûn û li wir têkoşîna jiyanê didomînin. Jinên ku li kampê bi cih bûne gotin:"Em wekî jin tu carî dev ji berxwedana xwe bernadin. Bi hêz û moralekî mezin berxwedana me didome."   'Em  ê  her di nava çalakiyan de bin'    Endama Meclîsa Kampa Serdemê Elîf Osman wiha got:"Em tu carî dev ji têkoşîna xwe ya jiyanê bernadin. Em nahêlin kêfa dijminê me li me bê. Em  ê  her di nava çalakiyan de bin. "   'Dê Efrîn ji dagirkeran re nemîne'   Jina bi navê Edûlê Ehmed wiha dibêje:" Em weke jinên kurd li ber xwe didin. Heta kêliya dawî di Efrînê de, me li berxwe dan. Em dagirkeran li ser axa xwe naxwazin. Dê Efrîn ji dagirkeran re nemîne."   'Em hêza xwe ji şehîdên xwe digirin'   Hevseroka komîna Kampa Serdemê Horiyê Mihemed Mistefa jî wiha got:"Me li Efrînê heta dawî li berxwe da û îro em vê berxwedanê li Şehbayê didomînin.  Em hêza xwe ji şehîdên xwe digirin. Em ê heta dawî li rêya wan bimeşin."