ROJEVA 7'Ê ADARA 2019'AN 2019-03-07 09:00:00   *Hevseroka HDP’a Şirnexê Zeynep Unat diyar kir ku wê Şirnex bibe xeyala AKP’ê û got: “Tiştekî ku wan ji bîr kiriye heye;Şirnex 10 sal berê dîsa hat hilweşandin lê gel tu car îradeya xwe teslîm nekir. Niha jî bi pere dikarin dengan ji gel bigirin. Lê dîsa jî Şirnex wê wekî xeyala AKP'ê bimîne. ” DÎMEN HEYE   *Jinên Efrînê ku li Şehbayê bi cih bûne anîn ziman ku ew têkoşîna jiyanê didomînin û gotin:"Berxwedana Efrînê wê her tim zindî be." DÎMEN HEYE   *Jinên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê bi cih bûnin 8'ê Adarê li hemû jinan bi taybet li jinên kurd pîroz kirin û gotin:"Bi rihê têkoşîna Leyla Guven em 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin."   *Derbarê 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de jinên Kobanê axivîn û gotin:"Em ê 8'ê Adarê bi rihê pêşengên xwe pîroz bikin."DÎMEN HEYE   *Sadiye Sebat Korkutan, li taxa Şehîtlîk a Yenîşehîr a Amedê namzeta keyatiyê ye. Sadiyeyê diyar kir ku ew bi şîara ‘em pirsgirêkan dizanin û bi çareseriyan tên, bila bi destên jinan taxa me bê birêvebirin’ hedef dikin ku alternatîfan ji bo jinan ava bikin û pirsgirêkên taxê çareser bikin.   *Jinên Kedkar diyar kirin ku ew piştgiriyê didin çalakiya Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin. Jinan gotin: “Ji bo rakirina tecrîdê heta pêngav neyê avêtin piştevanî kêm dimîne. Peywira mezin dikeve ser milê me jinan. Divê hemû jin dengê xwe bilind bikin û qêrîna Leyla Guven li her derê bidin bihîstin.”DÎMEN HEYE   * Endama Damezrîner a Komeleya Jinan a Rosa Elîf Tîrenç Îpek Ulaş diyar kir ku wê di 8’ê Adarê de grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya jinan hatine destpêkirin wê di plana pêş de bin û got 8’ê Adarê ji bo wan yek ji qadên têkoşînê ye.DÎMEN HEYE   *Jinên Erdîşê destnîşan kirin ku greva birçîbûnê ya Leyla Guven li dijî tecrîdê daye destpêkirin,  wê li qadên 8’ê Adarê bînin ziman û got: “Werin em di 8’ê Adarê de azadiyê biqîrin. Em berxwedanê bilind bikin.”DÎMEN HEYE   *Jinên Partiya Şoreşger bi dirûşma ‘rizgariya jinan berxwedan e’ jinên SKM’î bi dirûşmeya ‘em bixwazin wê jiyan raweste di 8’ê Adarê de em jiyanê rawestînin’ wê bikevin 8’ê Adarê. Jinan diyar kirin ku  wê greva birçîbûnê ya Leylayê di 8’ê Adarê de li qadan biqîrin. DÎMEN HEYE   Prof. Dor. Aksu Bora  got ‘mafên hatine bidestxistin tu car wek hatiye bidestxistin nayê hesibandin, divê her tim ji bo bidestxistina wan têkoşîn bê dayîn. Ev têkoşîn, yek bi yek bi têkoşîna  jiyana jinan xwedî dibe, lê ev têr nake.’ Aksu her wiha bi lêv kir ku ew ji nifşê nû gelek bi hêvî ye, êdî daxwazeke aştî û wekheviyê ya ku pêşî nikare lê bê girtin heye, divê ev bê dîtin.