Navenda Jîneolojiyê ya nû li Kobanê hat vekirin 2019-03-06 16:50:40   KOBANÊ - Endamên Jineolojiyê yên herêma Firatê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê bi merasîmekê navenda xwe li taxa nû vekirin.   Bi amedebûna dehan ji nûnerên Kongreya Star, Desteya Jin, Mala jin, Saziya Malbatên Şehîdan, Akademiya Civaka Demokratîk, Meclîsa Kobanê û şandeyek ji endamên Jineolojiyê yên herêma Cizîrê, endamên Jineolojiyê yên herêma Firatê navenda Jîneolojiyê hat vekirin.   Di destpêkê de ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin, paşê jî endama rêveberiya Jineolojiyê Dicle Heyder vekirina navendê pîroz kir û wiha got: “Me navenda xwe ji bo pêşketin û perwerdeya jinên herêmê vekir. Em ê di riya vê navendê de hewil bidin ku rastî û dîroka jinê nîşan bidin.”   Her wiha Ayde Şêx Mihemed endama saziya malbatên şehîdan vekirina navendê li hemû jinan pîroz kir û serkeftin xwest.   Di dawiyê de jî koma govendê û ya stranan ên Kevana Zêrîn çalakiyên xwe pêşkêş kirin.