'Ji bo 8'ê Adarê Kongreya Star civînek li dar xist' 2019-03-06 16:02:38   Tûlîn Muhemed   ŞEHBA - Bi nêzikbûna 8'ê AdarêKongreya Star hemleya çalakiyên xwe li kantona Şehbayê didomîne.   Bi nêzikbûna 8'ê AdarêKongreya Star hemleya çalakiyên xwe li kantona Şehbayê didomîne. Ji bo 8'ê Adarê Kongreya Star civînek li dar xist. Civîn ji aliyê rêveberiya kongar star ya kampa Berxwedan Leyla Îbêş hat bi rêvebirin, li ser 8 Adarê hat niqaşkirin.   Jina bi navê Rengîn Birîmo got:” Em roja 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin û ji bo naskirina dîroka vê rojê em beşdarî civînê bûn. Îro jinên Efrînê isbat dikin ku hêza jinê wê her tim li hember hemû zordestiyan têbikoşe. Ji bo vê yekê jî em wek jin em ê tevlî hemû çalakiyan bibin”.   Li aliyekî din jî jina bi navê Narîmen Ebdullah axivî û got:” Ji bo 8'ê Adarê kongra star civînek li dar xist, em jî weke jinên Efrînê li kampê dijîn em ê tevlî hemû çalakiyan bibin. Di roja 8'ê Adarê de em ê cilên xwe yên gelêrî li xwe bikin, ji ber ku 8'ê Adarê roja me ya dîroki yê”.   Piştre jî jina bi navê Sabah Osman got:" Em 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin, ji ber ya ku her tim têkoşîn kiriye jin bû, mafê wê hat xwarin lê tevî vê jî xwe kir qurbana aştî, azadiyê”.   Civîn bi diruşmeyên” bijî Serok Apo, bijî berxwedana zindanan”bi dawî bû.