Li Şengalê amadekariyên ji bo 8'ê Adarê 2019-03-06 15:42:28   DelilaAxin / Vîyan Saîd   ŞENGAL - Li bajarokê Xanasorê yê girêdayî Şengalê, Şaxa Kevana Zêrîn ya Sitİya Nexşa, amadekariyên xwe yên ji bona 8 Adar’ê dikin. Koma Ezda, Bûka Baranê her wiha Koma muzîkê û şanoyê, wê di roja 8 Adar’ê de derkevin pêşberî gel.   Li her derê jin wê 8 Adar’ê bi coşeke mezin pîroz bikin.Li Şengalê ji wê jinên Êzidî vê rojê bi kelacan û coşeke mezin pîrozbikin. Şaxa Kevana Zêrîn ya Sitiya Nexşa jî wê bi coş tevlî şahiya 8 Adarê bibin.   Yek ji endamên Kevana Zêrîn ya bi navê Şilan Kirêt derbare amadekariyên  xwe yên ji bo 8 Adarê de axivî û got. “Em weke Kevana Zêrîn amadekariyên xwe yên ji bo 8'ê Adarê dikin. Em 3 kom in yek ji şano yek ji dîlan yek ji stranan pêk tê û  em ji bo gelê xwe amadekariyên xwe dikin. Em dixwazin civaka xwe kêfxweş bikin. Em ê her tiştî ji bo gelê xwe bikin. Em hêvî dikin roja 8'ê Adarê bibe sedema aştî û azadiyê. Banga min ji hemû jinan ew ê ku qadên 8'ê Adarê vala nehêlin."   Endama Kevana Zêrîn ya bi navê Dildar Hesin ji bo 8 Adarê axivî û got: " Em weke Kevana Zêrîn Koma Ezda xwe amade dikin. Ji bo cejna 8'ê Adarê me 6 kilam amade kirine. Ji bo 8'ê Adar ê em weke Koma Ezda her sal em ê cejna xwe pîroz bikin û em ê amadekariyên xwe weke îro her tim bikin. Hêviyên me ew in ku hemû jin  wê cejna 8'ê Adarê pîroz bikin û bila  roja 8'ê Adarê her bibe cejna kêfxweşî û serîhildanê."   Feleknas Xelil jî wekî zarokên Êzdîxanê amadekariyên xwe ji bo 8'ê Adarê dike û dibêje:" Em roja 8'ê Adarê li her jinên cihanê bi gişti piroz dikin. Em weke zarokên Êzidî ji bo ku em strana diyari civaka xwe bikin em ji bo 8'ê Adarê amadekariyên xwe dikin. Hêviya min ji her zarokeki Êzîdî heye ku  tevli  cejna 8'ê Adarê bibin ji ber ku roja 8 Adarê rojeka pir xweş e li gel me.”   Zaroka bi navi Xwela Hesen jî  got. “Em weke zarokên Êzidî cejna 8'ê Adarê li hemû Şengaliyan pîroz dikin.Bi taybetî li jinên Êzidî  û li Serok Apo pîroz dikin.”