'Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê ji bo 8'ê Adarê semîner li dar xist' 2019-03-06 12:50:48   Hesna Mihemed   ŞEHBA - Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê semînerek ji bo danasîna dîroka 8'ê Adarê li Navçeya Fafîn a Kantona Şehbayê li dar xist.   Bi tevlîbûna Yekîtiya Jına Azad a Şehbayê, endam û rêveberiyên navenda Yekîtiya Jina azad a Şehbayê semînerek li ser 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê hat lidarxistin   Semînerê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre daxuyanî li ser navê rêveberiya Yekîtiya Jina Azad a Kefer Neye hat xwendin û danasîna dîroka 8'ê Adarê ji aliyê rêveberiya Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê Sozdar Qasêm hat şirovekirin, di axaftinê de wiha hat gotin:” 8'ê Adarê roja serhildanê û têkoşînê ye ji ber ku jin serî li hember zilmê hilda û mafê xwe xwest. Divê her roj jin têkoşîna xwe zîndî bike, ji bo bigihêje armanca xwe, jinên tevlî semînerê bûne nêrînên xwe parve kirin.    Rêveberiya Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê Ayşe Mihemed Elî got:"Weke pêkhateyên Ereb a Kantona Şehbayê me bi fikrên rêber Apo roja 8'ê Adarê pêşwazî kir."   Li ser navê rêveberiya Yekîtiya Jina azad a Şehbayê ya Kefer Neye Rîhab Çebo ji me re li ser semînerê ku li dar xistin axivî û got:”Weke Yekîtiya Jinê di hundir çalakiyên me ya ku ji bo 8'ê Adarê de semîner hatin li darxistin ji jinên Kantona Şehbayê re ji bo danasîna roja 8'ê Adarê ji ber ku jinên Kantonê nizanibûn 8'ê Adarê rojek girîng e. Ji bilî jinên Sûriyê bi taybet jinên Şehba, lê piştî fikir û felsefa Rêber Abdullah Ocalan hat naskirin. Weke jinên Şehba û yekîtiya jina azad a Şehbayê roja 8 Adar ê li hemû jinan pîroz dikin û li berxwedaniya 119 rojan a Leyla Guven xwedî derdikevin."   Ji aliyekî din jî li ser navê meclîsa çand û hunerê ya Kantona Şehbayê Fatimê Osbo bi lêv kir ku ev semîner ji bo naskirina roja 8' Adar  grîng e û got:"Bi fikir û felsefeya Rêber Apo em vê semînerê li dar dixin û ji bo hemû jinên cîhanê em azadî û aştiyê dixwazin."   Semîner bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.