Endamên Melisa Jinan a DHP'ê: Wê êrîş we rizgar neke 2019-03-06 12:43:13   ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê bal kişand ser zimanê zayendîperest û nîjadperest ê Suleyman Soylû û bi bîr xist ku Soylû berdevkiya dijminatiya li dijî jinan û kurdan dike. Jinên endamên meclisa jinan diyar kirin ku wê êrş wan ji têkçûnê rizgar neke.   Meclîsa Jinan a HDP'ê li ser nêzîkatiyên zayendîperest û nîjadperest ên Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylû daxuyaniyeke nivîskî weşand û di daxuyaniyê de wiha hat gotin "Wezîrê Karên Hundir ku bi zimanê mafya diaxive, li qada hilbijartinê êrîşî partiya me dike û bi vî rengî hewl dide krîza aboriyê, xizaniyê, nelirêtiyê, diziyê, her wiha rastiya berxwedana grevên birçîbûnê veşêre."   'Dijminê jin û kurdan'   Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Suleyman Soylu kesekî ku kapaîsteya wî nîne, bi mîsyoneke demkî ji bo Wezareta Karên Hundir hatiye wezîfedarkirin û ti erk û wesfa wî nîne ku ne siyasetê bike, ne jî wezîrtiyê. Di dewama daxuyaniya meclîsa jinan de ev tişt hat gotin, "Suleyman Soylu bûye yek ji berdevkên polîtîkaya koalîsyona AKP-MHP'ê ya dijberiya li kurdan û her roj heqaretê li kurdan, li jinan dike. Propaganda hilbijartinê nake, ew sûcê zayendîperestî û nîjadperestiyê dike."   Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Suleyman Soylû ji bo Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan gotibû, 'ew jin' û hate gotin, "Ev kesê dijminê jinan ku daketiye asteke gelekî nizm, bi qasî ku bibêje 'zimanê wan bi jehr e' ji rastiyê ditirse. Em vê tirsa wan di her hilbijartinê de ji rû, gotin û liv û tevgera wan nas dikn."   'Gel wê 31'ê Adarê bersivê bide'   Meclîsa Jinan a HDP'ê di dawiya daxuyaniyê de  ev tişt got:  "Biryardariya me ya ji bo têkoşîn û îradeya me ya siyasî, jehra tifaqa AKP-MHP'ê ya dijminatiya li kurdan û jinan e. Gel wê 31'ê Adarê bersivê bide."