Girtiyên di grevê de: Serkeftin wê ya me be 2019-03-06 09:53:36   ÎZMÎR - Azîme Işik, Şehrîvan Çoban û Rahşan Aydin yên li girtîgeha Şakranê di greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger de ne, bi nameyekê peyam şandin û diyar kirin ku wê dawî çi dibe bila bibe serkeftin ya wan be.   Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca rakirina tecrîdê dabû destpêkirin, li girtÎgehan belav dibe. Li girtîgeha Hejmar 1 a Şakranê girtiya bi navê Rahşan Aydin di 26’ê Kanûna 2018’an de, Azîme Işin û Şehrîvan Çoban jî ji 15’ê Sibatê heta niha di grevê de ne. Her sê jinan ji girtîgehê name şandin û diyar kirin ku sekna Sakîne Cansiz ya li girtîgeha Amedê, kevneşopiya berxwedana jinan e.   Azîme Işin: Ev berxwedana li dijî qirkirinê ye   Azîmeyê wiha got: “Berxwedan ji bo me girîng e. Moralê me bilind e. Ger jiyan hebe divê azad be. Wateya jiyanê azadbûna wê ye. Ev bi berxwedanan li dîrokê hatiye nivîsîn. Berxwedana Çaran, Kemal Pîr û hevalên wî, Semayan, Halîl Oralan carek din nîşanî cîhanê da ye ku ger jiyanek hebe divê azad be. Ji ber vê ‘kurd di dorpêça qirkirinê de ne’ bi nav kir. Ev berxwedan li dijî qirkirinê ye. Daxwaza me ya vê berxwedanê ev e ku tecrîd rabe. Wek Leyla Guven jî gotiye, tecrîd şerm e. Divê ev şerm demildest bê rakirin.”   ‘Li dijî teslimiyetê bersiv e’   Azîmeyê her wiha daxuyakirin ku ev berxwedan di heman demê de bersiva li dijî ‘teslîmgirtinê ye’  û  wiha got: “ Firkên Roja me, ji bo aştiya Rojhilata navîn heta ji bo aştiya cîhanê daxwazek lezgîne. Ji bo demokrasî pêk bê divê tecrîd bê rakirin. Jİ ber vê heta em bi ser nekevin wê daxwaza me bi israr bidome. Di vê serkeftinê de divê zincîra koletiyê bê serobinokirin.”   Rahşan Aydin: Jinan ji berxwedanê re pêşengî kirine   Rahşan Aydin jî di axaftina xwe de bi lêv kir ku zindan her tim kevneşopiya berxwedana xwe diafirînin û rolên girîng digirin ser xwe. Rahşanê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Berxwedana 14’ê Tîrmehê bûye xeta dîroka PKK’ê. Di vê berxwedana de jinan rolek girîng lîstine. Di berxwedana zindan Amedê de Sakîne Heval pêşengî kiriye û destan nivîsiye. Piştre jî Sema, Rotînda û çalakgerên ‘hun nikarin roja met arî bikin’ li pey hev ev kevneşopî meşandine. Di çalakiya 2012 û 2016’an jî jinan pêşengî kirine. Ez 20 sale di girtîgehê de me. Ez her tim xwe lêpirsîn dikim. Berdewamkirina tecrîdê ku 20 sale didome, ji ber kêmasiya m eye. Encama vê çalakiyê çi dibe bila bibe ez bawerim ku wê gelek xweş be. Ez jî parçeyek vê me.”   Şehrîvan Çoban: Ev berxwedan semaha rumetê ye   Şehrîvan Çoban jî di 1983’an de li Mersînê hatiye dinê lê bi eslê xwe ji koçerên Bedlîsê ye. Şehrîvan di 2015’an de li Wanê hat girtin û 8 sal û 9 meh ceza lê hat birîn. Şehrîvanê jî wiha got: “ 15’ê Sibatê roja komployê ye. Min jî bi vê wesîleyê di vê rojê de dest grevê kir. Ev berxwedan semaha rumetê ye. Dvê em bi agirê azadiyê azad bibin. Di vê easasê de hemû gelê me û kesên di berxwedanê de silav bikim û rêzdariyên xwe dişînim.”