Namzet Havva Balci: Îktîdara AKP’ê li ser qirêjiyan dimeşe 2019-03-06 09:46:11   Rojda Aydin   MÊRDÎN - Havva Balci(32) ya ku dayika sê zarokane û namzeta hevşaredariya HDP’ê ya Mîdyata Mêrdînê ye dibêje ku bi girtina saziyên jinan li ser jinan polîtîqayên qirêj hatine meşandin û got ku dê carekedin saziyên jinan vebikin.     Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xebatên xwe yên ji bo hilbijartina rêveberiyên herêmî ku wê di 31'ê Adarê de bê kirin li gelek bajar, navçe, tax û  gundan berdewam dike. Hava Balci(32) ya ku yek ji van namzedên HDP'ê ya Midyada Mêrdînê ye û dayika sê zarokane, di sala 1987’an de li navçeya Tarsûsê ya Mersînê hatiye dinê. Havva ya ku piştî zewiciye piştre hatiye li gundê Kefirhava yê Mîdyatê zaroktiya wê li Tarsûsê derbas bûye. Hava zaroka jinek kurd û bavekî ereb e. Havva di destpêka çîroka xwe de wiha got: “Qet ji bîr nakim; ez dema di dibistana sereteyî de bûm ji ber ku dayika min kurd û bavê min ereb bû hevalên min tinazên xwe bi min dikirin. Ji ber zetên îktîtîdarê ez fêrî zimanê dayika xwe nebûm. Hebûn û çanda min ji destê min girtin.” Havva dibêje ku  piştî li Mîdyatê bi cih bûye fikr û ramanên wê guherîne. Havva bi vê fikrê dikeve rê û tevlî xebatanên rêxistinî dibe. Havva dibêje ku ew ji bo welat û axa xwe sê zarokan mezin dike û diyar dike ku ew destpêkê fikiriye û gotiye ku ger jinek dikare li zarokên xwe binêre  û malekê bi rêveb bibe, çima nikaribe welatekî rêve bibe. Hava li ser vê fikra xwe tevli xebatên HDP'ê dibe û piştre jî ji vê partiyê dibe namzeda hevşaredartiyê.     ‘Ez ê wek jinekê li pey soza xwe bim’   Havva, dibêje ku ji ber HDP zêdetir nêzî jinan dîtiye  serî lê daye û wiha dibêje: “Ji ber ku HDP partiya jinan e. Her wiha partiya ku herî zêde zext li ser hene ez dibêjin HDP. Patiya ku herî zêde jin tê de cihê xwe digirin HDP ye. Lê mixabin ev nêzîkatiya HDP'ê ya ji bo jinan cuda tê dîtin. Wekî ku em li vir mirovên cuda ne tevdigerin. Maf û hebûna me ji destê me digirin. Îktîdar vîn û hêza jinan tune dihesibîne. Lê HDP ne wiha ye. Ji ber wê ez dibêjim HDP û wek jineke hem  kurd û hem jî ereb heta dawiyê ez ê li pey sozê xwe bim.”   ‘Îro em jin dişibin daran…’   Havva, di berdewamiya axaftina xwe de dibêje di pêvajoya ku îro dijîn de pergala baviksalarî û rejîma yek mêrî heye û wiha dibêje: “Îro em jin dişibin daran. Ji ber ku jin jî wek daran fêkiyan dide, jiyanê ava dike û jin her tişt e. Jin tim ji aliyê mêran ve rastî tundiyê tên û tên kuştin. Jinên ku bi tundiyê re rûbirû dibînin piştre tên qetilkirin. Ji bo ku pêşiya vê tundî û komkujiyên li ser jinan bê girtin divê saziyên jinan bên vekirin.  Dema di civakê de wekheviya jin û mêr hebe wê ew civak bi ser keve."   ‘Girtina saziyên jinan tê wateya êrîşa li dijî jinan’   Havva, di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand sêr tayînkirin qayimên ku tayînê 95 şaredariyên DBP’ê hatin kirin got ku bi tayînkirina qayimê gelek sazî û dezgeh hatine girtin. Havva, bi lêv kir ku ji van saziyên hatine girtin gelekên wan saziyên jinan e û wiha domand: “Li Şuna ku ji jinan re mafê bê dayîn mafên ku jinan bi têkoşîna xwe bi dest xistibûn ji destên wan hatin girtin. Ev bajar yê me ye. Yê tu kesekî dinê nîne. Em dibêjin êdî bes e. Em dixwazin ku li ser axa xwe wekî ku dixwazin bijîn. Vîna me ji destê me hat girtin. Her wiha girtina saziyên jinan tê wateya êrîşa li dijî jinan. Ji ber ku bi girtina saziyan xwestin jinan di malan de heps bikin. Bi girtina saziyên jinan komkujiya li dijî jinan jî zêde bû.  Ev komkujiyên ku zêde bûne jî ji ber polîtîqayên îktîdar û qayiman e. Mînak saziyên jinan piştî ku ji aliyê qayûm ve hatin girtin, qayim vê carê saziyên jinan vekirin û mêr kirin berpirsyarê saziyên jinan. Çi karê mêran di saziyên jinan de heye.  Qayûm dixwaze çi bike? Bi vî rengî dixwaze jinan têxe bin desthilatdariya xwe?”   ‘Em ê ciwanan ji hijbirê rizgar bikin’   Havva, di dirêjiya axaftina xwe de wiha behsa projeyên xwe kir: “Heta îro tiştê ku ji bo Mîdyatê nehatiye kirin ez dixwazim bikim. Ez ê ji bo jinan kooperatîfên jinan vebikim. Her wiha ji ber saziyên me tune ne. Ciwan ji aliyê îkdtîdarê ve ber bi bikaranînan hişbirê  ve tên dafdan.  Ez ê ji bo ciwanan saziyeke mezin a çand û hûnerê vekim û qadên şînahî zêde bikim.  Mîdyat cihek, ku çand  û ziman digihîne hevdû ye. Saziyên jinan  ên ku hatine girtin em ê carekedin vebikin.”   ‘Dengê me vîna me ye divê em lê xwedî derkevin’   Havva, di dawiya axaftina xwe de bang li welatiyan kir ku xwedî li dengên xwe derbikevin, tevlî xebatên hilbijartinê bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dengek ji bo me gelek girînge. Divê em giringiyê bidin dengên xwe. Ji ber ku her dengek vîna me ye. Divê em li vîna xwe xwedî derkevin.”