'Bi dawîkirina çeteyên DAÎŞ'ê dê jin 8'ê Adarê bi rengekî cuda pîroz bikin' 2019-03-06 09:26:21   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Endama Koordinisyona Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hayistan Xelef 8'ê Adarê nirxand. Hayistanê diyar kir ku di vê salê de  8'ê adarê bi coşeke cuda tê pîroz kirin û got:"Bi dawîkirina çeteyên DAÎŞ'ê û bi rizgarkirina jinên Êzidî, jinê 8'ê Adarê bi rengekî cuda pîroz bikin."    Endama Koordinisyona Jin a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hayistan Xelef  derbarê 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de anî ziman ku heta jin hebin ew ê têkoşîn bidome û got:"8'ê Adarê ji bo zindîkirina rihê têkoşîna jinê gelek girîng e. Divê jin bi hemû rengên xwe yên têkoşînê qadan vala nehêlin."   'Dilşadiya me ji salên borî mezintir e'   Hayîstanê cejina jinên kedkar li jinên cîhanê pîroz kir û wiha got:"Di dîrokê de jinê pêşengtiya azadî û yekîtiyê kiriye û heta roja îro aniye. Ji salên berê dilşadiya me mezintir e çimkî bi hezaran jinên ku di bin desthilatdariya DAÎŞ'ê de bû ji zihniyet û serweriya wan hatin rizgarkirin. Jinên Reqa, Tebqa û Dêra Zorê kirasê koletiyê ji xwe kirin. Dilşadiya me bi rizgarkirina jinên Êzîdî mezintir bûye. Jinên ku di bin zilm û zordariya DAIŞ 'ê de bûn dema ku hatin rizgarkirin, bi rûkenî û dilşadî xwe avêtin hembêza YPJ' ê û hemû cîhanê ev serkeftin dît. YPJ hêza parastina maf û azadiya jinê ye."   'Di sedsala 21'emîn de jin dîroka xwe bi xwe dinivîse'   Hayîstanê diyar kir ku êdî di sedsala 21'emîn de jin dîroka xwe bi xwe dinivîse û wiha dewam kir:" Hember qetîlkirin, îstîsmara zayendî ên li ser jinê têkoşînek hevpar hatiye meşandin û di sedsala 21'an de jin êdî dîroka xwe bi xwe dinivîsin. Jin di nava lêgerîna azadiyê de ne, da ku xwe ji zihniyeta baviksalarî rizgar bikin ber bi xwenaskirin û dîroka xwe naskirinê de ye. Projeya Hevserokatî êdî jin dikare hêz, îrade û baweriya xwe îfade bike. Têkoşîna jinê ya ji bo wekheviya zayendî berhemên xwe dide."   'Hember polîtîkayên qirkirinê pêwîst e jin bi hev re tev bigerin'   Hayîstanê got ku divê jin asta têkoşînê mezin bike û wiha pê de çû:"Tevî ku 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ye lê dîsa rastî polîtîkayên qirêj tên. Ne tenê li Rojhilata Navîn li tevahî cîhanê jin rastî qetîlkirin, îstîsmara zayendî, darvekirin û polîtîkayên qirêj ku dixwazin hêz û îradeya jinê têk bibin, tên meşandin. Di vê pêvajoya ku em tê de derbas dibin pêwîst e jinên Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê asta zanebûn, têgihaştina xwe xurtir bikin û rê li ber polîtîkayên bi vî rengî bigirin. Jina azad civakeke azad ava dike, çiqasî jin têbikoşe dê azadî nêz bibe û dawî li zihniyeta koledar bîne mînaka wê jî rêxistina Kongreya Star e. Divê bi hêz û îradeya jina azad sînorên ku jin ji hevdu dûr dixe were rakirin, hember polîtîkayên parçekirinê yekîtiya xwe avabikin."   'Leyla Guven pêşengtiya berxwedana 8'ê Adara 2019'an dike'    Hayîstanê diyar kir ku îsal Leyla Guven pêşengtiya berxwedana 8'ê Adarê dike  û wiha dom kir:"Çalakiya Perlamantera HDP'ê Leyla Guven tevî ku li gerdûnê deng veda lê daxwaza wê pêk nehatiye. Hêzên hegemon naxwazin ku cîhan bibêje jineke kurd bandor kiriye û bûye sedem ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan di dîrokê de rûpele nû vekiriye. Dema ku em behsa îradeya Leyla dikin ziman pûç dibe."   Banga yekîtiyê    Hayistanê bang li jinan kir ku biçûk û mezin dakevin qadên 8'êAdarê û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Divê bi rihê berxwedana Leyla Guven jina ku serî ji faşîzmê re netewand, Avesta Xabûr û Arîn Mîrkan jin dakevin qadên 8'ê Adarê û cejna jinê pîroz bikin û soza azadiya Rêber Abdullah Ocalan û xwe rizgarkirina ji zihniyeta desthilatdar nû bikin û rêxistina jinê xurt bikin."