Derbarê girtiyên di grevê de lêpirsîn hat destpêkirin 2019-03-06 09:00:09   MÊRDÎN – Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E’ya Mêrdînê bi 9 girtiyên ku berê dest bi greva birçîbûnê kiribûn re 132 girtî ketin greva birçîbûnê. Hat zanîn ku Îdareya girtîgehê di derbarê kesên ku dest bi greva birçînbûnê kirin de lêpirsîn daye destpê kirin.   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk(KCD) û Parlementera  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin ji 8’ê Mijdarê vir de greva birçîbûnê daye destpêkirin û di roja 119’an de berdewam dike. Çalakiya ku Leyla Guven da destpê kirin re li gelek girtîgehan gelek girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir. Ji van girtîgehan yek jî Girtîhe Girtî ya Tîpa E’ya Mêrdînê ye ku çalakiya grevê lê hatiye destpêkirin.   Hat ragihandin ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E’ya Mêrdînê, tevlî 9 girtiyên ku berê dest bi greva birçîbûnê kiribûn  Hevserokê HDP’ê yê navenda Mêrdînê Alî Sîncar jî di navê de 132 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin. Her wiha Îdareya girtîgeha Mêrdînê  derbarê 132 girtiyên ku dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine lêpirsîn daye destpêkirin.