Meclîsa Jinê ya HDP'ê li Kerboranê qurnefîl belav kir 2019-03-05 16:50:01   MÊRDÎN - Meclîsa Jinê ya HDP'ê li Kerboranê bi boneya 8'ê Adarê çû serdana atolyeyên tekstîlê û esnafên jin û  qurnefîl belav kir   Meclîsa Jinê ya HDP'ê li Kerboranê bi boneya 8'ê Adarê çû serdana atolyeyên tekstîlê û esnafên jin û  qurnefîl belav kir. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê, Ebru Gunay, Namzeta Hevserokatiya Şaredariya Kerboranê Mevlude Çelebî, Endamên Meclîsa Şaredariyê yên jin, Rêvebirên Navçe û Bajêr ên HDP-DBP'ê beşdarî çalakiyê bûn. Jinan berê atolyeyên tekstilê ziyaret kirin û qurnefîl li jinan belav kirin. Piştre çûn serdana jinên esnaf û qurnefîl li wan belav kirin. Jinên HDP'ê bi eleqeyek mezin rû bi rû man. Her wiha dirûşmên "Jin jiyan azadî","Leyla Guven rûmeta me ye" hatin berzkirin.   Piştî serdanê li ber buruya hilbijartinê ya Kerboranê govend hat gerandin û bername bi dawî bû.