Jinên Serêkaniyê 8'ê Adarê pîroz kirin 2019-03-05 15:40:03   HESEKÊ - Wesayeta Qada Şoreşa Jinê berê xwe da Serêkaniyê û 8'ê Adarê bi şahiyekê pîroz kir .   Bi armanca nêzîkbûna 8'ê Adarê Roja Jinên Cihanê îro Wesayeta Qada Şoreşa Jinê ji bajarê Hesekê derket û berê xwe da Bajarê Serêkaniyê û 8'ê Adarê bi şahiyekê li wan pîroz kirin. Wesayet li kolanên bajarê Serêkaniyê geriya û li Çarxereya Berîdê şahiyek li dar xistin. Di heman demê de jinên bajarê Serêkaniyê bi kulîlkan pêşwaziya jinên Qada Şoreşa Jinê kirin .   Piştî deqeyek rêzgirtin axaftin li ser navê Kongreya Star a Kantona Hesekê Jiyan Husên, li ser navê Êlên Çaçan Nûra Xodî, li ser navê Kongreya Star a Kantona Hesekê Selwa Xetîb û li ser navê jinên HPC’ê Sebah Xetîb 8'ê Adarê pîroz kirin û gotin:“8'ê Adarê Rojbûna jina Xwedawend e, û Leyla berdewana têkoşîn û berxwedana 8'ê Adarê ye. Bi rihê têkoşîna jinên 8'ê adarê em ê zindana Îmraliyê hilweşînin û  bi Rêber Apo re azad bijîn .”   Şahî bi stranên Şoreşgerî yên ji aliyê Zîlan Ehmed ve hat gotin bi dawî bû.    Li gorî agahiyan wesayet dê sibehê berê xwe bide bajarê Dirbêsiyê .