Jinên DAKP'ê jinên kedkar ji bîr nekirin 2019-03-05 15:07:56   AMED - JINÊN DAKP'ê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de ji gitiyên jin re kart şandin û jinên kedkar ên li atoyeyan dixebitin jî ji bîr nekirin.    Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKP) di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de ji jinên girtî re li Yenîşehîra Amedê ji PTT ya Ofîsê kart şandin. Jin piştre çûn serdana jinên li atolyeyan dixebitin  û di çarçoveya "greva jinan" de mor kurdale û qurnefîl belav kirin.  Li gel jinên DAKP'ê Tevgera Jinên Azad (TJA)  Komeleya Jinan a Rosayê û namzedên HDP'ê yên hevşaredar jî tevli serdana ku hat kirin bûn.    'Nêzî 8 hezar girtî di grevê de ye'   Jinan di serî de bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji postexaneyê ji bo jinên girtî kart şandin û piştre jî dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin û li ber postexaneyê daxuyanî dan. Li ser navê jinan Salîha Aydenîz daxuyanî xwend û wiha got: "Em 8'ê Adara vê salê bi tundî û bi çalakiyên greva birçîbûnê pêşwazî dikin. Li gel Leya Guven nêzî 8 hezar girtî di greva birçîbûnê de ne.  Sedema çalakiya wan ew e ku rejîma tundiraw a faşît veguhere demokrasiyê. Rakirina tecrîdê tê wateya hatina demokrasiyê.  Bi kartên ku me ji hevalên xwe re şandin mexwest ku em bibin dengê wan û me got ku em deng didin we."    Piştre jin çûn serndana jinên ku li atoleyên Organîze Sanayiyê ya 1'emîn dixebitin. Jinan qurenfîl dan jinan û bi belavokên ku belav kirin ew vexwendin mîtînga 8'ê Adarê.    Piştî serdanên ku hatin kirin jin ji atolyeyan veqetiyan.