Jinên kurd li Terablusê ji bo piştgiriya Leyla Guven daxuyanî dan 2019-03-05 11:18:40   TERABLUA - Bi armanca piştgiriya çalakiye Parlamentara HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û girtiyên li zindanan ên ku bi israr li berxwe didin jinên kurd li bajarê Terablusê daxuyanî dan.   Bi armanca piştgiriya çalakiye Parlamentara HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û girtiyên li zindanan ên ku bi israr li berxwe didin jinên kurd li bajarê Terablusê ya Lubnanê daxuyanî dan.   Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Kongreya Star a Terablusê Sozdar Heco ve hat xwendin û di daxuyaniyê de wiha hat gotin:" Çalakiya  greva birçîbûnê  gaveke tekoşînê ye û daxwazeke bi rûmet e. Em  dewleta Tirkiyê  şermezar dikin. Bi pergala tecrîdê dixwazin vîna gelê azad hedef bigirin. Birêz Ocalan pêvajoya demokrasiyê esas girtiye û Leyla Guven jî ji bo demokrasî, azadî û aştiyê bedena xwe daye ber birçîbûnê. Divê hemû kes bibin dengê Leyla Guven. "   Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo"," Jin jiyan azadî "hat bi dawîkirin.