Hevseroka Şaredariya Pasûrê ya girtî: Zextên giran li me dikin 2019-03-05 10:32:54   OSMANIYE - Hevseroka Şaredariya Pasûrê Sadiye Suer Baran a ku dewsa wê qayyim hat tayinkirin û niha li 1'emîn Girtîgeha Girtî ya Tipa T ya Osmaniyeyê girtî ye diyar kir ku ji roja wan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye ew ji aliyê girtîgehê ve bi zextên mezin rû bi rû dimînin.    Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja xwe ya 118'an. Ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven li hemû girtîgehan çalakiyên grevên birçîbûnê dest pê kirin. Girtiyên jin ên li 1'emîn Girtîgeha Girtî ya Tipa T ya Osmaniyeyê yên ku dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin bi tacîza devkî û bi êrîşan rû bi rû man.    Êrîşên li girtîgehan zêde bûn   Hevseroka Şaredariya Pasûrê Sadiye Suer Baran a ku dewsa wê qayyim hat tayinkirin û niha li 1'emîn Girtîgeha Girtî ya Tipa T ya Osmaniyeyê girtî ye bi rêya hevdîtina ku bi malbata xwe re kir diyar kir ku ji roja wan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye ew ji aliyê girtîgehê ve bi zextên mezin rû bi rû dimînin û got:"Ji 1'ê Adarê pê ve hemû girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Rojê 4 çaran hejmartina kêfî tê kirin. Di her hejmartinê de tê xwestin ku girtî bi zorê derkevin cihê hewagirtinê. Her dem em bi tacîza gotinî rû bi rû dimînin. Ji ber çalakiya greva min a birçîbûnê min cezayê hucreyê yê 15 rojî girt."