‘Li dijî polîtîkaya tirsê berxwedana Leylayê cesaretê dide’ 2019-03-05 09:54:42   ÎZMÎR - Jinên çûn serdana Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdê di grevê de ye, diyar kirin ku tecrîd polîtîkaya afirandina tirsê ye, lê wan ji berxwedana Leylayê cesaret girtine.   Çalakiya greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dabû destpêkirin di roja 118’ê de berdewam dike. Serdanên piştevaniya bi Leylayê re didomin. Ji Îzmîrê, Namzeta Meclîsa Şaredariya Karşiyaka Yeşîm Tuna Kiziltoprak û Hevseroka HDP’a Îzmîrê Besriye Tekgur çûn serdana Leylayê û diyar kirin ku berxwedana grevên birçîbûnê ji bo gel ligel hev bijîn pêk tê.   Yeşîmê destnîşan kir ku çalakiya Leylayê gelek girîng e û got Leylayê moral daye wan û wiha pê de çû: “Leylayê got ‘Bêguman em ê rojekê bimirin, mirinek bi wate tercîha min bû’. Got ‘heta tecrîd ranebe’ wê dest ji çalakiya xwe bernede. Min jê re got ez wek Tirkekî, çanda Kurd esas digirim. Leylayê jî got ‘pergal li ser xwînê xwedî dibe. Di navbera gelan de pirsgirêk tune ye. HDP ji bo wekheviya gelan têdikoşe.”   ‘Li dijî pergala faşîst têkoşîn berdewam e’   Besriye Tekgur jî anî ziman ku Leylayê gotiye jinên ji Îzmîr, Mugla, Manîsa, Enqere û bajarên rojava tên moral didin wê û ev tişt anî ziman: “Ji bo dengê Leylayê neyê bihîstin astengiyên pergala faşîst pêk tên. Lê tevî vê em têkoşîna xwe didomînin. Di pergaleke ku pirsgirêkên aborî di rojevê de ye, jin ji bo destkeftiyên xwe yên biçûk winda nekin, dixwazin derkevin plana pêş. Lê her kes dizane ku Leyla û hevalên wê ji bo azadiyê têdikoşin. Lê bêdengî fêde nake. Bi awayekî ez hêvî dikim ku wê piştî 31’ê Adarê ev bêdengî bişkê. Li ser HDP û gelê Kurd zextên mezin hene. Hikûmet di nav tirsê de ye. Hemû hevserok û nêzî 10 hezar HDP’î girtîne. Tecrîd ne tenê li ser wan li ser hemû Tirkiyeyê pêk tê.”