Jinên Kobanê: 8'ê Adarê bila bibe hêviya azadî û aştiyê 2019-03-05 09:08:11   Îlham Eloso   KOBANÊ - Jinên Kobanê derbarê 8'ê Adarê anîn ziman ku ew dixwazin li her qadên cîhanê xwe bi awayekî azad bikaribin îfade bikin û wiha gotin:"8'ê Adarê bila bibe hêviya azadî û aştiyê."   Jinên Kobanê derbarê 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin:"Em bi hêviya wekhevî û aramiyê 8'ê Adarê pîroz dikin. Em dixwazin hemû jinên li cîhanê di nava aramî û wekheviyê de bijîn."   'Heta ku jin azad nebe dê cîhan jî azad nebe'   Jina bi navê Zelîxa Ehmed wiha got:"Em vê rojê bi taybet ji bo hevalên me yên di çeperan de pîroz diki. 8'ê Adarê roja azadiya jinê ye. Em hêvî dikin hemû jin ji koletiyê rizgar bibin û azad bijîn. Heta ku jin azad nebe dê cîhan jî azad nebe."   'Mafê her jinê yê heye ku bi awayekî azad û bi aramî bijî'   Her wiha Medîna Mustefa jî 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û wiha got:"Ev rojeke dîrokî ye. Berxwedana jinan di vê rojê de tê pîrozkirin. Divê cudahî di navbera jinan de tune be. Mafê her jinê yê heye ku bi awayekî azad û bi aramî bijî. Ji bo vê yekê em her têdikoşin."   '8'ê Adarê bila bibe hêviya azadî û aştiyê'    Xedîca Feyad a ku 1’emîn sale tevlî  pîrozbahiya 8'ê Adarê dibe wiha got: "Ev roj li Rêber Apo û hemû şehîdên azadiyê pîroz be. Rast e ev 1’emîn tevlîbûna pîrzobahiya min a 8’ê Adarê ye. Ez ê êdî her dem bi cilên xwe yên gelêrî başdarî pîrozbahiyên 8'ê Adarê bibim. 8'ê Adarê bila bibe hêviya azadî û aştiyê. Em bi hêviya wekhevî û aramiyê 8'ê Adarê pîroz dikin. Em dixwazin hemû jinên li cîhanê di nava aramî û wekheviyê de bijîn."