Jinên Botanê Starta 8'ê Adarê dan 2019-03-04 16:44:35   ŞIRNEX - Meclisa Jinan a HDP'ê, strarta bernameya 8'ê Adarê ku wê çar rojan berdewam bike bi şahiya jinê ku îro li dar xist da. Di şahiyê de parlamentera Şirnexê Nuran Îmîr axivî û got ku wê berxwedana wan bidome.    Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi şahiyek ku li dar xist starta çalakiyên 8'ê Adarê da. Di şahiya ku li avahiya HDP'ê hat dayîn de parlamentera Şirnexê Nuran Îmîr, namzedên HDP'ê yên hevşaredariya Şirnexê rêxistinê DBP û HDP'ê tevli bûn.    Di serî de namzeda hevşaredariyê Nurcan Alturk mafê axaftinê girt. Di axaftina ku kir de bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û ya li girtîgehan.    Piştre Parlamentera HDP'ê Nuran Îmîr mafê axaftinê girt û ev tişt got: "Îro roja serhildana jinan e. Em Gelê Kurd di pêvajoyek giran re derbas dibin.  Îro li Kurdistan, li eweropa û li girtîgehan berxwedan heye.  Em jin wekî  her demê ji vê çalakiyê re pêşengtiyê dikin. Emê berxwedana xwe berdewam bikin û vê tarîtiyê ji holê rakin."    Şolem bi govned û dirûşma  "Jinn jiyan bi dawî bû"   Wê jin sibe li 4 navçeyan ji girtîgehan re kartan bişînin