Li Girtîgeha Sîncanê 26 jinan dest bi greva birçîbûnê kirin 2019-03-04 16:22:21   ENQERE - Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê 26 jinênên din dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger kirin. Di nav jinên ku dest bi grevê kiri nde hevşaredara Erdîşê Dîba Keskîn a ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û ya Kerboranê Zeynep Sîpîcîk jî heye.    Greva birçîbûnê ku di pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)  û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven de li dijî tecrîdê hat destpêkirin roj bi roj belav dibe. Piştî 1'ê Adarê tevlibûnên nûh li grevê hatin kirin.    Li  girtîgeha Sîncanê jî greva birçîbûnê ya ji aliyê Suheyla Taş, Zelîha Ustabaş, û Salîha Taşkesen ve hat destpêkirin di roj a69 'na de berdewam dike. Hat ragihandin ku ji 1'ê Adarê ve 26 girtiyên din jî dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger kirine.  Girtiyên dest bi çalakiyê kirin îro bi rêya malbatên xwe çalakiya xwe ragihandin. Di nav jinên ku dest bi grevê kirin de hevşaredara Erdîşê Dîba Keskîn a ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û ya Kerboranê Zeynep Sîpîcîk jî heye.   Li gorî vê 26 kesên ku dest bi grevê kirin navên wan wiha ne: Rozerin Kurt (hukumxwar), Berrîn Sari (hukumxwar) Bînnur Yıldız (hukumxwar), Yelîz Karakoye (hukumxwar), Elif Çetînbaş (hukumxwar), Jiyan Ateş (hukumxwar), Necla Yidiz (hukumxwar), Arjîn Yuksekdag (hukumxwar), Hîcran Bîlîcî (hukumxwar), Zeynep Sîpçîk, Şervîn Karakoç, Leyla Uyanik (Hukumxwar), Saadet Akın (hukumxwar) Aycan Ozdogan (hukumxwar) Aliye Elors (hukumxwar), Gulşen Adet (hukumxwar), Nuriye Adet (hukumxwar), Rojda Eres (hukumxwar), Sîdar Varli (hukumxwar), Nevroj Mucel (hukumxwar), Diba Keskîn, Rewşan Îpek (hukumxwar), Zerrrin Yilmaz, Muhabbet Kurt"