Dê Sîsê Bîngol bê tehliyekirin 2019-03-04 15:26:34   MÊRSÎN - Sîsê Bîngol a 85 salî û ji 2017'an heta niha di girtîgehê de ye dê bê tehliyekirin.    Sîsê Bîngol li Navçeya Gimgimê ya Mûşê di Nîsana 2016'an de bi îdiaya "Endama Rêxistinê" hatibû binçavkirin û şandibûn  Girtîgeha Tîpa F a Mûşê û piştre hatibû tehliyekirin. Ji ber ku derbarê wê de 4 sal û 2 meh cezayê teqezkirî heye dîsa hatibû girtin û şandibûn Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Tersûsê. Parêzerên Sîsê ji bo tehliyekirina wê serî dadgeriya Înfazê dabûn. Serîlêdana parêzeran hat qebûlkirin.    Li ser vê yekê Sîsê neqlî Girtîgeha Vekirî ya Karataşê kirin. Hat hînbûn ku dê Sîsê di saetên êvarî de bê tehliyekirin.