Li Edeneyê mirina jinekê ya bi guman 2019-03-04 11:30:53   EDENE - Li Edeneyê jina bi navê Aydan Toplan bi îdiaya ku ji şibakê ketiye jiyana xwe bi awayekî bi guman ji dest da.    Li Navçeya Seyhanê ya Edeneyê jina bi navê Aydan Toplan bi îdiaya ku ji şibaka qatê 1'emîn a avahiyê ketiye jiyana xwe bi awayekî bi guman ji dest da. Li ser agahiya îxbarê ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û Aydanê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Seyhanê. Cenazeyê Aydana ku li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî.    Her wiha hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.