Jinên Botanê yên amadekariya 8’ê Adar dikin: Em ê bibin dengê Leylayê 2019-03-04 09:33:17   ŞIRNEX - Jinên Botanê diyar kirin ku wê hefteyê 8’ê Adarê li qadan bin û got wê daxwazên Leyla Guven û girtiyên din bînin ziman. Jinan da zanîn ku wê bi tililiyên xwe berxwerdanê ji nû ve danin holê û bibin dengê Leyla Guven.   Jinên Botanê ku ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê amadekiaryan dikin, starta bernameyên xwe wê di 4’ê Adarê de bidin. Jinan destnîşankirin ku wê heta 31’ê Adarê li qada bin û der barê 8’ê de jî hestên xwe vegotin.   Jina bi navê Dîlber Dalmiş balkişand ser berxwedana Leyla Guven û got: “Ev grev û berxwedan hem me xemgîn dikin hem cesaretê didin me. Tevî her tiştî em ê dest ji têkoşînê bernedin. Em jinên Botanê birîndarin lê em ê bi berxwedanê birînên xwe bikewînin. Di 8’ê Adarê de rojeva m eya sereke tecrîd û grevin. Em ê di qadan piştgiriyê bidin Leyla û hevalên wê. Em jinên Botanê wê di hefteya 8’ê Adarê de li qada bin.    ‘Ez berxwedana wan pîroz dikim’   Asya Aslan jî ev tişt vegot: “Ez wek jinek Botanê silavên xwe ji Leyla Guven û hevalên di grevê de ne re dişînim. Leyla Guven dayikek e û ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan rabe ket grevê. Ez greva wê ji dil pîroz silav dikim. Em ê jî bi vê rihê berxwedanê di 8’ê Adarê de li kolanê bin. Em ê heta hilbijartinan li qadan bin.   ‘Wê jin li qadan bibin bersiv’   Jina bi navê Meryem Eşkara jî destnîşan kir ku 8’ê Adarê rojeke ku jinan bi bedeldayînê bidest xistiye û got: “Ji wê rojê şûnde jinan li hember mêran serî netewand.Jinên Kurd jî bûne pêşengên vê berxwedanê. Îdeolojî û felsefa Birêz Ocalan ji bo hemû jinan bûye mînak. Jin bi salane bi îradeya xwe dibêjin em li virin. Ji bo mafên xwe têdikoşin. Leyla Guven bi mehane di grevê de ye. Em jinên Kurd wê di 8’ê Adarê de wê bi îrade, hebûn û berxwedana xwe vê tecrîdê vala derxînin. Ez di serî de ya Leyla Guven, 8’ê Adarê ya hemû jinan pîroz dikim.”   Bernameya ku pêk bê wiha ye:    4’ê Adarê: Li Şirnexê Şahiya Jinan (13.00)   5’ê Adarê : Li navenda û naçveyan ji bo Leyla Guven û girtiyan wê qert bên şandin. (11.00)   6’ê Adarê: Li Guçlukonakê meşa bi erbane û belavkirina qurnefîlan   7’ê Adarê: Vekirina buroya hilbijartinê ya jinan a li Cizîrê û li Hezexê şahiya jinan (13.00)   8’ê Adarê: Li Sîlopiyê vekirina buroyê û şahî (12.00)