ROJEVA 4'Ê ADARA 2019'AN 2019-03-04 09:00:00   *Endama heyva sor a kurd li Şehbaye tekez kir ku zêdetirî 3 hezar û 500 kes li Şehbayê ji ber hewaya qirêj bi leşmanyeyê ketine. DÎMEN HEYE   *Jinan xîlafeta DAÎŞ’ê hilweşandin û ji bo gelên Rojhilata Navîn yên di bin esareta DAIŞ’ê de îsal mizginiya biharê didin.   *Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu diyar kir ku karkerên jin yên 162 sal berê bi bedelên mezin mafên xwe bi destxistin, ji aliyê desthilatdariya Tirkiyeyê ve hewl tê dayîn ku ji holê bên rakirin û wih agot: “Daxwazên têkoşîna 162 sal berê îro di rojevê de ne. Nêzîkatiya karkerên jin ya li hember 8’ê Adarê, têkoşîna maf, azadî û wekheviyê ye. Em ji her demê zêdetir bi hêvî ne. Ji ber hêvî yekitiya me ye. Têkoşîna me ye.”   *Gelên Tirkiyeyê  dê 31’ê Adarê biçin ser sindoqan. Pêşiya hilbijartinê li gelek bajaran HDP û CHP’ê biryara hevkariy dan. Yek ji van bajaranên ku ev biryar ji bo wî hat girtin jî Erdexan e. Têkîldarî xebatên hilbijartinê ji seroka baskên jinan a  CHP’ê Menekşe Bekmez axivî. BI DÎMEN   Benazîr Butto ya li hember serdestiya mêr ya li Pakîstanê yekem serokwezîra jin hat hilbijartin, ji bo hemû zarokên Pakîstana ku lê hatibû dinê, têkoşîna ku dabû destpêkirin tu car dest jê berneda.   *Jinên Botanê diyar kirin ku wê hefteyê 8’ê Adarê li qadan bin û got wê daxwazên Leyla Guven û girtiyên din bînin ziman. Jinan da zanîn ku wê bi tililiyên xwe berxwerdanê ji nû ve danin holê û bibin dengê Leyla Guven.   *Girtiyên li girtîgeha Tîpa L a Panosê, berhemên bi destê xwe çêdikin, bi hevkariya malbatên xwe li derve didin firotin. Her wiha hatiniya ji van berheman jî dîsa ji girtiyan re tê şandin. BI DÎMEN   *Ruhşan Bozan ya li girtîgeha Jinan a Gebzeyê di roja 79’emîn a çalakiya greva birçîbûnê de ye diyar kir ku li dijî bêrûmetî û bêdadiyê bedena xwe daye ber birçîbûnê û got divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve û hestiyar tevbigere.   *Girtiyek jin ya ji girtîgeha Şakranê tahliye bû diyar kir girtiyên di greva birçîbûnê de têr vîtamîn nagirin û got: “Vîtamînên divê rojane bên dayîn, nayên dayîn. Her tim hiqûqê binpê dikin. Hiqûqek dijminahiyê pêk tê.