Li Kelarê Şeyma Ednan dest bi greva birçîbûnê kir 2019-03-03 18:14:13   NAVENDA NUÇEYAN - Li Kelarê jina bi navê Şeyma Ednan li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê ya ku wê mehekê berdewam bike kir.    Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan, li navçeya Kelarê ya Germiyanê Şeyma Ednan diyar kir ku wê dest bi greva birçîbûnê kiriye.   Şeyma Ednan got ku ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven wê dest bi greva birçîbûnê kiriye û wiha berdewam kir “Min xwest piştgiriyê bidim Leyla Guven, Nasir Yagiz û Herêm Mehmûd ên ku ketine greva birçîbûnê. Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo min biryar da ku dest bi vê çalakiyê bikim. Ez bang li Gelê Kurd dikim ku li hemberî tecrîdê çalakiyan geştir bikin. Ji ber ku Rêber Apo her dem mafê jinan û azadî parast.”