'Şengal Îxanetê qebûl nake' 2019-03-03 17:46:54   ŞENGAL - Şehîdên Xanesorê hatin bîranîn. Dayikên ku tevli merasîma bîranînê ya li Meclisa Xweseriya Demokratîk bûn ji ajansa me re axivîn.    Di ferman 3 Tebaxê ya ku li ser civaka êzîdî hat kirin de hukumeta Iraqê ji bo civaka êzîdî bipzrezê tiştek nekeir PDK'ê jî beriya her kesî xwe da alî û pêşmerge kişandin Zaxoyê. Piştî hatina YPG,YPJ,HPG, YJA Star korîdora mirovahiyê hat vekirin û gel ji destê çeteyan hat rizgarkirin. Her wiha di 3'yê  Adarê a 2017'an de peşmergeyên PDK erîş pêk anîn. Di erîş de 3 kes şehîd bûn û rojnemavan Nûjiyan Erhan jî birandar bu, piştî berxwudaniyekê mezîn gihişt şahadetê. Îro gelê Şengalê ji şehîdên Xanesorê bi bîr anîn û li meclîsa xweseriya Demokratîk ya Şengalê li Xanesorê kombun. Dayikên ku tevli merasîma bîranînê bûn ji ajansa me re axivîn.   'Kesên em tenê hiştin xwestin êrîş bikin'   Berfê Elyas di derbarê erîşên ku hatin kirin de wuha got: “ Di serî de ez di sala duemîn ya salvegera şehîdên Xanesorê de wan bî bîr tînim. Bejna xwe li ber hemû Şehîdan ditewînim. Sersaxiyê ji bo malbata wan dixwezim. Şerê navbera Xanesor û Sûnûnê şerê îxanetê bû. Keç û kurên me li hember DAÎŞ şer dikin, li Şengalê, Xanesor me rizgar kirubu. Lê kesên di freamê de em tenê hiştin, xwestin cardin erîş bikin. Cihê ku erîş kiri jî cihê malbatan bu. Mırovên sîvîl hebûn.”   Mercan Hecî jî wuha nerînên xwe anî ziman: “ Di serî de xêr hatine wê dikim. Em bejna xwe li hember hemû şehîdan ditewînin. Ji bo şehîdên 3'yê  adarê sersaxî ji malbatên wan re dixwezim. Îxaneta navbera Xanesorê û Sûnûnê, xîyaneta 3'yê  Tebaxê bû. 3'yê  tebaxê îxanet  li  me kirin lê bi ser neketin. Ew hatibûn Êzîdiyan  xelas bikin. Ditin ku êzîdî li ber xwe didin û teslîm nebin êrş kirin. Şervanên Azadiyê qebûl nekirin û li dijî wan rawestiyan. Çima PDK'ê  neçu şer nekir li Şengalê  DAÎŞ hebû, erîşî ser ser me kir.”