Malbatên Şehîdan 8`ê Adarê Pîroz Kirin 2019-03-03 15:13:14   KOBANÊ- Di nava rêzeçalakiyên 8`ê Adarê de jinên endamên Saziya Malbatên Şehîdan ên Herêma Firatê bi daxuyaniyekê roja Jinên Kedkar a Cîhanî pîroz kirin.   Bi sadan jinên ji malbatên şehîdan ên Herêma Firatê bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Saziya malbatên Şehîda li Katona Kobanê li goristana Şehîd Dicle bi hilindkirin alên S.M.Ş daxuyaniyek niviskî ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê da û 8'ê Adarê li jinan pîroz kir. Jinên ku tevli daxuyaniyê bûn  berxwedaniya Leyla Guven silav kirin û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan şermezar kirin.   Daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî ji aliyê Ronahî Hico û Dilava Muhemd ve hat xwandin.                                        Daxuyaniya Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê wiha ye:   "Em wekî dayîk, hevjîn, xwîşk û keçên şehîdan berxwedana Leyla Goven silav dikin û  berxwedana giştî jinên rabûne serhildanê ji bo azadî û wekhevî di kar de xwestin û gelek qurbanî dan heta karibûn wan mafan bi dest bixin.    Em wekî jinên bakur û rojhelatê Sûriyeyê gelek xwedî şansin, ji ber ku Rêber Apo piştgirî da me jinan, heta ku karibû rola xwe bilîze di milên siyasî, civakî û leşkerî de piştgirî da me. Bi fikir û felsefeya Rebêr Apo jin bû pêşenga mirovahiyê û netewên bin dest. Jinan  bi vîna xwe karibûn artêşeke hovane ya wekî çeteyên DAIŞ`ê bişkînin. Gel azad kirin ji destên wan û tola jinên Êzidî hilanîn. Jinan bi berxwedana xwe û bi fedayîbûna xwe, mîna  Arînan, Rêvanan, Barînan û Avêstayan  karibon riya azadî û ronahî nîşanî rêhevalên xwe yên ereb ên wekî,  Hena û Amargîyan bidin.     Ji bo vê yekê em wekî dayîk, hevjîn, xwişk û keçên şehîdan em xwe deyndar dibînin li hember Rêber  Apo û azadîya wî wekî erkeke li ser milên xwe dibînin û em ê hertim çalak bin û tecrîdê li ser Rêber Apo bişkînin û em ê şopdarên şehîdên xwe bin. Em  sos didin ku em ê xewin û xeyalên wan şehîdan pêk bînin, heta ku em bighên Rêberê azad, welatekî azad û gelekî azad.   Careke din em  8`ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû malbatên xwe yên şehîdan, hemû jinên cîhanê yên di qadên şer de, hemû jinên çalekvan û li hemû jinên azadîxwaz pîroz dikin."   Daxuyanî bi dirûşmên "Azadî Ji Bo Rêber Apo", "Jin Jiyana Azadî dixwaze"  û "Bijî Berxwedana Leyla Guven"  bi dawî bû.