Ji ber berfa bariya rêyên bi sendan herêman hatin girtin 2019-03-03 14:05:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wan, Bedlîs, Mûş û li Qersê ji ber ku berf zêde bariya rêyên 441 herêman hatin girtin.   Li Wan, Mûş, Qers û Bedlîsê ji ber berfa zêde ku ji serê sibehê ve bariya rêyên 441 herêman hatin  girtin. Girêdayî Wanê û navçeyên wê li 87 tax û 108 gundikan rê hatin girtin û hat aşkerakirin ku bilindbûna berfê li navçeyê gihîştiya 40 santîman.  Li anvçeya Elbakê ya Wanê hat ragihandin ku ji ber rêya gundikê Davdava 3 roj e girtî ye welatê tengav bûne û dixwazin ku rê ji wan re bê vekirin.    Li Bedlîsê jî hat ragihandin ku rêya 150 gundan hatiye girtin. Herwiha hat ragihandin ku bilindbûna berfê jî metre û nîvek derbas kiriye û wesayitên ku park bûne jî di binê berfê de mane.    Mûş    Ji bajarên ku di bin berfê de maye yek jê jî Mûşê ye li Mûşê jî hat ragihandin ku rêya 10 gund û 22 gundikan ji berfê hatiye girtin.    Qers   Herwiha li Qersê jî rêyên 64 gundan ji ber barîna berfê hatine girtin. Girêdayî qersê û navçeyên wê jî hat diyarkirin ku rêya 64 gundan hatiye girtin.