Jinên Şehbayê roja paqijkirina DAÎŞ'ê pîroz kirin 2019-03-03 13:30:11   ŞEHBA - Jinên kantona Şehbayê roja paqijkirina DAÎŞ'ê ji Dêr Zorê li jinên herêmê pîroz dikin. Jinan diyar kir ku ji ber Kantona Şehbayê jî di serî de ji qirêjiya DAÎŞ'ê hat rizgarkirin îro gel tê de jiyana xwe berdewam dikin.   Jinên Şehbayê nêrînên xwe derbarê paqijkirina Dêr Zorê  ji qirêjiya DAÎŞ'ê anîn ziman û gotin:”Çawa  Kantona Şehbayê û herêmêm din ên Sûriyeyê bi destê QSD ê ji DAÎŞ'ê  hatin paqijkirin wekî Dêr Zorê wê her derek din jî ji DAÎŞ'ê were paqijkirin.    Endama Mala JInê Fatimê Mihemed derbarê paqişkirina DAÎŞ'ê de axivî û got:”Em weke gelên Kantona Şehbayê demek pir dirêj em di bin destê DAÎŞ'ê de jiyan.  Lê niha em ji qirêjya wan pak bûne. Ji ber çandina mayînan a DAÎŞ'ê li Şehbayê heta niha jî hîna zarokên me ji ber van mayînên çandî tên kuştin. Lê êdî DAÎŞ'ê û şopên wê hatin paqijkirin û  jin jî gihêjtin azadiya xwe û di her derkê de kar dikin."   Her wiha jina bi navê Fatimê Îbrehîm ya ji  Kantona Şehbayê jî ev tişt got:” Em li jinên Dêr Zorê roja paqişkirina DAÎŞ'ê  pîroz dikin ku ji zilma DAÎŞ'ê xilas bûn.  Em dixwezin her herêmek Sûriyê ji DAÎŞ'ê  were rizgarkirin ji ber ku herêma Şehbayê jî zilima DAÎŞ'ê dît em vê êşê baş dizanin.   Ji aliyek din ve jina bi navê Aîşe Xelef ku yek ji jinên Şehbayê ye û ji DAÎŞ'ê nefret dike jî dibêje:”dema DAÎŞ'ê  Kantona Şehbayê dagir kiribû kiryarên pir giran li ser gel dimeşand. Wek jinên Şehbayê me zilma DAÎŞ'ê pir dît, lê em gelek kêfxweş bûn ku dema me bihêst herêmên din  jî ji qirêçjiya DAÎŞ'ê xilas bûn û em v êrojê li jinên Dêr Zorê pîroz dikin.