Berxwedana Leyla Guven di roja 116'an de ye 2019-03-03 11:22:08   AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger a Leyla Guven ku li dijî tecîrda li Îmraliyê daye destpêkirin di roja 115'an de berdewam dike.    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 116'an de berdewam dike. Leyla ya ku di 25'ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li malê berdewam dike. Çalakiyên piştevaniyê yên ji bo Leylayê û serdana wê ya li malê berdewam dike. Herwiha Dorpêça polîsan a li ber mala Leylayê jî berdewam dike.    Heta roja îro hem ji Tirkieyê û hem jî ji dervê welat nûnerên gelek saziyan û kesên navdar hatin serdana Leylayê. Kesên ku piştevaniya Leylayê dikin dibêjin ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û ji hikûmet dixwazin ku ev tecrîd bê rakirin.    Ji Arjantînê piştevanî   Ji Dayikên Plaza de Mayo ku ji bo zarokên xwe yên li Arjantînê hatin windakirin di lêgerîna edaletê de ne û bûne sembola berxwedanê Nora Morales Cortînas û 3 rojnamegerên pê re, hatin serdana Leyla Guven û pirtûka ku li ser wêneyê ji aliyê Zehra Dogan ve hatibû xêzkirin ya bi navê "Gulê Gulîstan" ku bi kurdî hatiye nivîsandin diyarî kirin. Nora ya ku axivî wiha got: "Li welatê me di şer lawê min jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî hîna winda ye. Wekî çalakiya we ya li vê derê çalakiya me ya ji bo lêgerîna edaletê jî berdewam dike. Min tu carî wêneyê Lawê xwe ji sutiyê xwe dernexist. Ew ji bo min sembol e.  Ji ber vê ez dizanim ku çalakiya we çiqas girîng e."   Leyla jî diyar kir ku ew êşa Dayikên Plaza dem Mayo parve dike û got ku li erdnîgariyên şer li wan heye hêşa tê jiyîn hevpar e. Leyla Anî ziman ku ew wekî dayikên aştîxwaz wê her bi wan re di nava piştevaniyê de bin.    Çalakiya koma greva birçîbûnê ya yekemîn ku li girtîgehê bi heman armancê hat destpêkirin di roja 77'an de berdewam dike, ya Nûnerê HDP'ê yê Hewlêrê Nasir Yagiz di roja 103'an de, ya 14 çalakgerên li Strasbourgê ya Fransayê di roja 76'an de, ya Îmam Şîş ê li Gallerê di roja 77'an de, ya endama Meclisa Îştar ya li Mexmûrê Fadîle Tok di roja 43'emîn de, ya Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel  û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ya berê Selma Irmak jî di roja 48'an de berdewam dike.   Ji 300'î zêdetir girtî di grevê birçîbûnê de ne   Li  girtîgehê her rojê komek din tevli çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger dibe.  Herî dawî ji girtîgeha Şakranê 8 girtiyan piştî 15'ê Sibatê dest bi grvê kir. Li gorî daneyên herî dawî yên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê li  60 girtîgehan  321 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û ne dorveger de ye.    Herwiha di rojên borî de di daxuyaniya ku li ser navê girtiyên PKK û PAJK'ê hat dayîn de, hat diyarkirin ku girtiyên di girtîgehan de wê hemû dest bi greva birçûnê  bikin û di 2'ê Adarê de van girtiyan çalakiya xwe da destpêkirin.    Divê gavên şênber bên avêtin     Li gel bertekên raya giştî yên li dijî îktîdarê û banga tê kirin hîna îktîdarê bêdengiya xwe xira nekiriye.